Qetilkirina Elçî li Wanê hat protestokirin

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat protestokirin.

Qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Wanê bi daxuyaniya çapemeniyê û çalakiya rûniştinê hat protestokirin.

Ji ber ku Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî hat qetilkirin, li Wanê mîtînga “Ji Jiyana Nû re Merheba” hat betalkirin, piştre girse li pêşiya Avahiya Rêxistina HDP’ê ya Wanê kom bû. Girseya dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo”, “Qatil DAIŞ, Hevkar Erdogan” qîr kir xwest ber bi Cadeya Cûmhûriyetê bimeşe. Ji ber hewldanên astengkirinê yên polîsan alozî derket. Ji ber vê ji bo protestokirina helwesta polîsan, girseyê Cadeya Hastane ji trafîqê re girt, dest bi çalakiya rûniştinê kir. Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Wanê Munîr Aras, Hevserokê Rêxistina HDP’ê yê Wanê Veysî Dîlekçî, Derya Hayva, Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer, Hevşaredar, Rêxistinên DBP-HDP’ê yên Navçe û Bajar, nûnerên rêxistinên civaka sivîl û gel tevlî çalakiya rûniştinê bûn.

Piştî çalakiya rûniştinê ya nêzî saetekê domkir, Hevserokê Rêxistina DBP’ê yê Bajarê Wanê Munîr Aras axivî, destnîşan kir ku împaratortiya tirsê û destên bi xwîn ên Tahîr Elçî qetilkirin wê di xwîna rijandine de bifetisin. Aras diyar kir ku li hember tevahî polîtîkayên pelçiqandin û wehşetê wê gelê Kurd bi mezinkirina têkoşînê ve bibe bersiv û wiha berdewam kir: “Wê gel destûrê nede kesên ku ji xwe re Mûsollînî, Franco, Hîtler mînak digire û hewl dide li Kurdistan û Tirkiyeyê vê pêk bîne. Bila kesên ku Elçî qetil kirine vê baş bizanibin ku ev gel ti carî netirsiyaye û wê ti carî jî netirse.”

Piştî Aras, mafê axaftinê Parlamentera HDP’ê ya Wanê Tugba Hezer wergirt, têkildarî êrîşa nemerdî ya li dijî Tahîr Elçî anî ziman ku ji bo gelê Kurd an gîrtegeh an jî mirin heye. Hezer wiha axivî: “Li her derê komkujî hene û di nav komkujiyan de destên dewletê yên bi xwîn hene. Dewleta Tirk! Ti qatil î û ti sûcdar î. Dixwazin gelê me jî bi bêdengiyê bibe şirîkê komkujiyê, lê em ê nebin şirîkê vê komkujiyê.”