Tahîr Elçî ji aliyê bi sed hezaran mirovî ve tê oxirkirin-TÊ NÛKIRIN

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî li Amedê ji aliyê bi sed hezaran mirovan ve tê oxirkirin.

Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî yê li Amedê di encama sûîqestekê de hat qetilkirin, ji aliyê bi sed hezaran mirovan ve tê oxirkirin.

Bi deh hezaran mirov, ji bo oxirkirina Tahîr Elçî herikîn Parka Koşûyolû. Li vê derê gel li ber sirûda 'Çerxa Şoreşê' deqeyek rêz girt. Helîkopterên dewleta Tirk li vê derê li ser gel firiyan. Ji Parkê dirûşmên 'Şehîd Namirin' bilind bûn.

Piştî Alîkarê Serokê Baroya Amedê Ahmet Ozmen, hevsera Elçî Turkan Elçî mafê axaftinê girt.

TURKAN ELÇÎ: GELO KEVOKÊN MÎNA TE MANE

Elçî got, "Wê îro artêşa kuştinên kiryar nediyar wî li ebediyetê pêşwazî bike. Mîna her carê wê hewl bide bi dilnizmî xwe bide naskirin, lê her kes wê jê re bêje pêwîstî bi danasînê nîne. Wê bêjin; hemû kuştinên kiryar nediyar, cîhan û alem te nas dike. Te emrê xwe di ber me de da. Me ji vê derê te dişopand. Te emrê xwe ji me re kir gorî. Wê bipirsin; gelo kevokên mîna te mane? Hingî wê rûkeniya Elçî ji ser rû biçe. Wê bêje; wellehî çi bêjim, hebûn komek kevok. Lê teyr, gaz, qîjikên berateyan digeriyan. Wê jê re bêjin; te em parast, wê kî te biparêze. Ew ê jî bêje; hevsera min heye, hevalên mîna min difikiin hene. Min îro daxwazname da, qedexeya derketina min a derve hat ragikirin, ez ê êdî karibim li parzemînan, li deryayan bigerim. Hemû kuştinên kiryar nediyar wê wî hembêz bikin. Yên gef li min xwarin bi xatirê we, yên min fêm nekirin bi xatirê we, yên nexwestin min fêm bikin bi xatirê we, dezgehên îşkenceyên yên tê re derbas bû bi xatirê we, yê ji min hez dikin, destekê didin min, zarokên min, hevserên min bi xatirê we.."

'WÊ TI CARÎ NIKARIBIN BI GELÊ KURD'

Kekê Tahîr Elçî Ahmet Elçî piştre peyivî û got, "Dozger, dadger, medya dewletê, birayê min hedef nîşan da. Birayê min hat qetikirin. Birayê min ne şehîdê me yê destpêkê ye û wê ne yê dawî be. Divê ev yek bi vî rengî were zanîn. Lê belê dagirker, zordar û namerdên faşîst divê bizanibin ku wê ti carî nikaribin bi gelê Kurd. Gelê me wê heta dawiyê li ber xwe bide.

Tahîr nemir û wê nemire. Ew mirovekî azad bû. Bizanibin; ev dewlet dikare kelepçeyê bi dest û lingê me ve girê bide, lê nikare li mejiyê me bixe. Lewma em azad in. Em ê nehêlin kelepçeyê li dilê me bixin. Em ê weke gel bi dostên xwe re li ber xwe bidin. Ji ber vê yekê ez her kesên ji metropolên Tirkiyeyê, ji Amed, Botan, Serhed û tevahiya Kurdistanê hatine silav dikim.

'DEWLETÊ EW QETIL KIR'

Weke Gel em ê her tim li ber xwe bidin. Em ê ti carî serî li ber dagirkeran netewînin. Tahîr birayê sosyalîstan, Ermeniyan, Asûriyan û hemû Kurdan bû. Weke rewşenbîrekî Kurd ji aliyê dewletê ve hat qetilkirin. Di herikîna dîrokê de em dibînin ku vê dewletê gelek caran rewşenbîrên Kurd qetil kiriye. Lê belê wê nikaribin bi gelê me û em ê bi ser bikevin."

Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli jî di axaftina xwe de bal kişand ser têkoşîna Tahîr Elçî ya ji bo mafên mirovan û got, "Ez silavên xwe ji Botanê re dişînim. Ji ber ku ewladekî bi vî rengî afirand û şand ji Amedê re. Îro bi hezaran mirovan re em wî li paytextê bi rê dikin. Êdî tirs nikare bi ti mirovên me. Vî gelî tirs şikand. Azad dijî. Li amed, Rojava, Botan, Serhed, Stenbolê azad dijî. Hevalên mîna Tahîr Elçî mîrateyek mezin ji me re hiştin. Em ê jî bi têkoşîna xwe re vê mezin bikin û bidomînin."

Girseya gel piştre cenazeyê Elçî hilgirt ser milan û berê xwe da Goristana Yenîkoyê.../