'Çeteyên Nûsra, DAIŞ û Ehrar El Şam êrîşî Efrînê dikin'
Ji Fermandarên YPG'ê Firat Xelîl da xuyakirin ku çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ'ê li hev kirine û bi hev re êrîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê kirine.
Ji Fermandarên YPG'ê Firat Xelîl da xuyakirin ku çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ'ê li hev kirine û bi hev re êrîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê kirine.
Ji Fermandarên YPG'ê Firat Xelîl da xuyakirin ku çeteyên El Nûsra, Ehrar El Şam û DAIŞ'ê li hev kirine û bi hev re êrîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê kirine. Xelîl ragihand ku weke YPG'ê wan bersiv dan êrîşên çeteyan û şer dewam dike.
Firat Xelîl li ser navê Fermandariya YPG'ê ya Efrînê der barê mijarê de agahî da û diyar kir ku di navbera Kantona Efrînê û bajarê Ezazê de, di navbera Ceyş El Siwar (Artêşa Şoreşgeran) û çeteyên El Nûsra-Ehrar El Şam de şer dewam dike. Xelîl anî ziman çeteyên li vir windahiyan didin bi hinceta şerê li dijî Ceyş El-Siwar êrîşî herêmên Efrînê dikin.
Xelîl da zanîn ku wan çete hişyar kirine ku êrîşî Efrînê bikin wê bersivek tund bibînin û wiha dom kir: "Şevê din çeteyan erîşî gundên Merîmîn û Anab ên Efrînê kirin. Yekîneyên me jî bersiv dan wan û 4 çete hatin girtin. Yek ji wan tirk e yek jî ereb e. Nasnameyên yên din jî wê di rojên pêş de bêne aşkerakirin da ku cîhan asta piştgiriya dewleta tirk a ji bo çeteyan nas bike."
Xelîl diyar kir ku komên çete yên DAIŞ, El-Nûsra û Ehrar El-Şam şerê di navbera xwe de sekinandine û bi hemû hêza xwe êrîşî Efrînê dikin. Xelîl got ku yekîneyên wan jî li hemû eniyan cihên xwe girtine û bersiv didin çeteyan.