Li Wanê qezayek mîna komkujiyê: 6 mirî, 5 birîndar

Li ser rêya bejahî ya Erdîş-Elcewzê, qemyonetek li kûçikek li ser rê ket û qelibî. Di bûyerê de 4 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Li ser rêya bejahî ya Erdîş-Elcewzê, qemyonetek li kûçikek li ser rê ket û qelibî. Di bûyerê de 4 jê zarok 6 kesan jiyana xwe ji dest dan, 5 kes jî birîndar bûn.

Ajokarê qemyoneta bi plaqeya 34 BK 2744 Mehmet Salih Korkmaz bi malbat xwe re dema ji dawetê vedigeriya li ser rêya navbera Erdîşa Wanê û Elcewza Bedlîsê qeza derbas kir. Hat ragihandin ku Korkmaz ji bo pê li kûuçikê derket ser rê neke dema wesayît ji ser wî dagerand qulipî. Di encama qezayê de Mehmet Salih Korkmaz (34), Îbrahîm Çevîk (5), Esma Nur Çevîk (3), Mahmut Oral(17), Dîlek Korkmaz (23) û Evîn Çevîk (1) jiyana xwe ji dest dan.

Welatiyên bi navê Mahmut Oral (24), Melek Çevîk (22), Zeynep Oral (48), Bulent Çevîk (26) û Gulîzar Korkmaz jî birîndar bû. Ji ber rewşa Gulîzar Korkmaz xedar e rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê û Herêmî ya Wanê 

Der barê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.