Rûsya garaja TIR’an a li Ezazê kir hedef

Konvoya TIR’an a ji Tirkiye derbasî Sûriye dibû duh êvarî piştî li Ezazê ji aliyê balafirên şer ên Rûsya hatin bomberdûmankirin, garaja TIR’an a li heman qadê jî bû hedefa bomberdûmana balafirên şer.

Li Ezazê ku 4 kîlometre dûrî Kîlîsê ye, piştî êrîşa hewayî ya li hember konvoya TIR’an ên dihatin îdîakirin ku aîdî ÎHH ne û hin ajokar jî hatin kuştin, balafirên Rûsya îro jî li ser rêya Helebê li hember qada ku TIR lê dihatin sekinandin saet nêzî 12.30’an êrîşa hewayî li dar xist.

Hate diyarkirin ku mirî yan jî birîndar çênebûne, bombeyên hatine avêtin di erazî de bûne sedema kortên mezin.

Hate destnîşankirin ku di TIR’ên hatin bomberdûmankirin de tijî çekên ku ji çeteyên El Nûsra û hwd. re diçin.