Li Amedê komkujiyên dewlet li hemberî sivîlan dike, hat şermezarkirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku gelê Kurd wê heta serketinê têbikoşe û hat gotin, "Navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e."
ANF
AMED
pêncşem, 26 sermawezê 2015, 15:00
Li Amedê komkujiyên dewlet li hemberî sivîlan dike, hat şermezarkirin. Di axaftinên li çalakiyê de hat ragihandin ku gelê Kurd wê heta serketinê têbikoşe û hat gotin, "Navnîşana çareseriyê Birêz Ocalan e."
Rêxistinên DBP'ê yên Amed û navçeyên wê, bi armanca şermezarkirina qedexeyên derketina derve yên rê li ber mirina sivîlan vedikin, li Parka Koşûyolûyê daxuyaniyek dan çapemeniyê. Di dema dayîna daxuyaniyê de Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, Hevserokên DBP'ê yên navçeyên Amedê û girseya gel amade bûn.
ŞÎMŞEK: GEL WÊ BERSIVÊ BIDE ÊRÎŞAN
Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek li vir axivî û bal kişand ser êrîşên di dema qedexeya derketina derve de. Şîşmek got, "Di ti demê de li hemberî gelê Kurd êrîşên ewçend berfireh nehat kirin. Lê belê mîna hemû pêvajoyan, di vê demê de jî wê bi têkoşînê re bersiv ji van êrîşan re bê dayîn."
Şîmşek diyar kir ku asta heyî bi berdêlên gelekî mezin bi dest ketiye û got, "Gelê Kurd di ti serdema dîrokê de nebû xwedî van destketî û vê statuyê. Dema pêş wê ji bo Kurdan bibe dema azadiyê. Ev azadî wê bi xwe re serketinê bîne."
Şîmşek bang li hikûmeta AKP'ê jî kir û got, "Eger hikûmet aştî û aramiyê dixwaze, divê mercên Mutabaqata Dolmabahçeyê bi cih bîne. Astengiya herî girîng a li pêşiya aştiyê, tecrîda li ser Birêz Abdullah Ocalan e."
DEMÎREL: NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ ÎMRALI YE
Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel jî da xuyakirin ku li hemberî polîtîkayên kuştinê yên dewletê, gelê Kurd wê berxwedana xwe bidomîne û got, "Navnîşana çaerseriyê diyar e. Navnîşana çareseriyê Îmrali ye, navnîşana çareseriyê muzakereya bi Birêz Abdullah Ocalan re ye."