Çiyayê Kolîk ê li Şengalê hat azadkirin - HAT NÛKIRIN
Çiyayê Kolîk herêmeke stratejîk a Rojava bi Şengalê ve girê dide. Piştî dorpêça hefteyekê çiyayê hat azadkirin niha di kontrola hêzên HPG û YBŞ’ê de ye.
Çiyayê Kolîk herêmeke stratejîk a Rojava bi Şengalê ve girê dide. Piştî dorpêça hefteyekê çiyayê hat azadkirin niha di kontrola hêzên HPG û YBŞ’ê de ye.
Piştî navenda Şengalê 13’ê Mijdarê hat azadkirin û şûnve operasyona hêzên HPG û YBŞ’ê ya li bejahiyê didome.
Di çarçoveya operasyonê de çiyayê Kolîk ê stratejîk ku di navbera çiyayê Şengalê û çiyayê Kizwan ê li aliyê Rojava ye vê sibehê hat azadkirin.
Sîlsîleya Çiyayê Kolîk a 20 km. herêmeke stratejîk e û Rojava bi Şengalê ve girê dide. Piştî dorpêça hefteyekê çiyayê hat azadkirin niha di kontrola hêzên HPG û YBŞ’ê de ye.
Tê payîn ku fermandariya HPG û YBŞ’ê saetên pêşiya me têkildarî mijarê daxuyaniyê bidin.