Parlamentera HDP’ê Sîbel Yîgîtalp a ji nêz ve şahidî ji berxwedana xwerêveberiyan a gel re kir, ji ber hin derdor xwerêveberiyan bi xendakan digirin dest bi bertek e. Yîgîtalp komkujiyên li Pirsûs û Enqereyê, êrîşên li hemberî şehîdgeh û goristanan bi bîr xist. Yîgîtalp got: "Ma li van deveran xendek hebûn ku komkujî û êrîş hatin kirin?”
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp ji nêz ve şahidî ji berxwedanên xwerêveberiyan ên li Farqîn, Bismil û Cizîrê re kir.
Yîgîtalp a ket taxên ku ji aliyê gel ve bi xweparastinê tên parastin gelek caran bi mirinê re rû bi rû hat. Yîgîtalp ji wateya xwerêveberiyê heta parlamenteriya herêma şer bersiv da gelek pirsan. Yîgîtalp, di behskirina bûyerên bi êş ên li taxên di bin dorpêçê de zehmetî kişand.
EM DIXWAZIN WEKE XWE BIJÎN
Yîgîtalp ev bersiv da pirsa çima xwerêveberî, diyar kir ku gelê Kurd bi têkoşîna 40 salan hatiye rewşeke ku bê dîtin lê ev têr nake. Yîgîtalp got: "Wek Kurd pirsgirêka me ya statuyê heye. Xwerêveberî sembola gelê Kurd a hebûna bi nasname, çand û zimanê xwe ye. Em dixwazin li qadên xwe yên jiyanê weke xwe bijîn.” Yîgîtalp anî ziman ku xweseriya demokratîk, “modela jiyana hevpar û piranîparêz e” û wiha dewam kir: "Ne tenê ya Kurdan pêwîst e li Derya Reş û Ege jî bibe modela jiyana gelan."
Dewleteke rêxistinbûyina wê ya leşkerî, îdeolojîk, polîtîk, aborî û çandî heye, wê çawa xwerêveberî bikeve meriyetê?
Yîgîtalp dema bersiv da vê pirsê welatên Ewropa yên sîstemên kantonan bikar tînin bi bîr xist, wiha got: “Ew parçe nebûn û jiyana hevpar fêr bûn. Ji bo çi em pêk neynin? Em dizanin dewleta Tirk xwedî çekên teknolojiya herî pêşketî ye, lê em dizanin ku îradeya vî gelî jî pir xurt e. Jixwe wê berdêlên vê pir giran bin. Lê ti rêyên din jî tinene. Dewlet dema ji bo me bibêje, “em nas dikin” jî ne lutfek e. Em hene û bi awayekî wekhev ji bo jiyanek hevpar em hene. Em pir baş jî dizanin ku rêya wê di xwerêveberiyê re derbas dibe.”
Xwerêveberî û xweparstin bi hev re hatin bibîranîn. Ji gel re baş hat ragihandin ku bê ka xwerêveberî çi ye?
Yîgîtalp got ku dibe di vê mijarê de hin kêmahî hebin û wiha axivî: “Lê ji kêmahiyên me zêdetir, mijarek têkildarî êrîşên zêde yên dewletê ne. Wek amûrên rêxistinbûyina xwerêveberiyê meclîsê me yên jinan, meclîsê taxan hene. Lê ev nayên dîtin û xwerêveberî tenê li ser mijara xweparastinê heta li ser xendekan tê nîqaşkirin.”
Yîgîtalp ji ber xwerêveberî tenê li ser xweparastin û xendekan tê nîqaşkirin bi bertek e. Mijar tenê bi vî şiklî nîqaşkirin wek li ber bayê manîpulasyona dewletê çûyin pênase kir û got: “Li şûna bibêjin xwerêveberî pêdiviya tevahî gelan e, bi niqaşa xendekan dixwazin mijarê binuxumînin.”
GEL ÎTÎBARÎ MANÎPULASYONÊ NEKIR
Yîgîtalp diyar kir ku gelê li herêmên xwerêveberiyê îtîbarî vê manîpulasyona dewletê nekir, encamên hilbijartinan jî nîşaneya wan e. Axaftina xwe wiha domand: “Eger gel xwerêveberî nepejiranda wê li cihê xwerêveberî hatibû îlankirin encam wek daxwaza dewletê bibûya, lê nebû. Divê em fêm bikin ku bê gel ji bo çi pêdiviya xwerêveberiyan hîs dike, lê îro bi nîqaşa xendekan em ê cewherê mijarê winda bikin.”
Yîgîtalp destnîşan kir ku xweparastin mafekî bênîqaş e û wiha ragihand: “Rastî ev e ku desthilatiya AKP’ê li dijî gel dest bi şer kir û dixwaze bipelçiqîne.”
LI DIJÎ GELEKÎ ŞEREKÎ TOPYEKÛN DESTPÊ KIRIN
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Yîgîtalp komkujiyên Pirsûs û Enqereyê, êrîşên li hember şehîdgeh û goristanan bi bîr xist û wiha pirsî: “Ma li van deveran xendek hebûn komkujî û êrîş pêk anîn?” Yîgîtalp wiha berdewam kir: “Rastiya ku divê em hemû bibînin, li hember gelekî şerekî topyekûn destpê kirine. Êrîşên li dijî goristanên Gimgim, Licê, îşkenceyên li hember cenazeyên Ekîn Wan û Haci Bîrlîk mirov dikare bi xendekan îzah bikin?”
Li taxên di bin êrîşan de ye û bi rojan ji aliyê hêzên taybet ên Qesrê hatiye dorpêçkirin, bi dehan windahiyên mirovan çêbû. Bi sedan mal û kargeh hate wê astê ku êdî nema tên bikaranîn. Ev dijwartiya şer a her roj zêde dibe, bû sedema koçberiyan?
Yîgîtalp wiha bersivand: “Di salên 1990’î de bi milyonan mirov neçar hatin hiştin ku ji gundên xwe koçî metropolên mezin bikin. Bê nasname hatin hiştin, mehkûmî xîzantî û tinebûnê hatin kirin. Hafize û paşeroj nehiştin. Li Farqînê beşek mezin kesên li her du taxên ku xwerêveberî hatin îlankirin dimînin, mirovên koçberiyên 1990’î jiyane. Niha ev gel careke din berê xwe nade Stenbol an jî metropêlên mezin, koç nake. Ji ber ezmûn li bajarên mezin jiyan e. Lewre jî ji axa xwe dûr nakeve, herî zêde diçe taxek din.”
Yîgîtalp ji 7’ê Hezîranê ve ji dehan bûyerî re şahidî kir, dema bûyera herî zêde bandor li ser çêkiriye anî ziman gelekî zehmetî dît û wiha got: “Hilgirtina vana tevahî gelekî zor e.”
TIŞTÊN ME DÎTIN BILA ZAROKÊN ME NEBÎNIN
Wê ji niha û pê ve çi bibe?
Parlamentera HDP’ê Yîgîtalp bersivek zelal da vê pirsê: “Dewlet jî baş dizane nikare vê mijarê bi mirinan çareser bike. Lê ji bo desthilatiya xwe winda neke hewl dide vî şerî bidomîne. Tiştê ku em bikin jî li holê ye, em ê berxwedanê, têkoşînê bidomînin. Em dixwazin ji nifşên piştî niha re civakek di nav aştiyê de bihêlin. Derdekî me yê avakirina welatekî mirov dikaribin lê bijîn heye. Tiştê me dîtin bila zarokên me nebînin. Dayika gerîlayekî ku zarokê xwe defn dikir digot: ‘Êdî bila ne polîs ne jî leşker bimirin.’ Tiştekî wek vê bi qîmet tineye.”