Ji KCD'ê banga ji bo Nisêbînê
KCD'ê bang li rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê.
KCD'ê bang li rêxistinên civakî yên sivîl, partiyên siyasî û gelan kir ku piştgiriyê bidin gelê Nisêbînê.
Kongreya Civaka Demokratrîk (KCD), li dijî terora dewleta Tirk a li navçeya Mêrdîn Nisêbînê kir, daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin, "Qedexeyên derketina derve yên li Kurdistanê di meriyetê de ne, bi dijwarî dewam dikin. Lewma em bi fikar in. Binçavkirin, girtin û dûrxistina ji wezîfeyê ya şaredarên me, bombekirina mekanên pîroz ên gelê me goristanên me ji aliyê balafirên şer ve, zerara madî û manewî ya di dema qedexeya derketina derve li gel hat kirin, em hemûyan weke provokasyoneke mezin dinirxînin. Qedexeya derketina derve ya ku bi qasî pênc meh in dewam dike û bû sedem ku bi sedan mirovên me jiyana xwe ji dest bidin û birîndar bibin, herî dawî 13 rojan li Nisêbînê hat meşandin û gel hat tecrîdkirin."
'EM PIŞTGIRIYÊ BIDIN GELÊ NISÊBÎNÊ, OPERASYONAN BISEKINÎNIN'
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku KCD ji bo dawîbûna êrîşan û piştgirîdayîna gel, bi pêşengiya rêxistinên civakî yên sivîl ên li Amedê re ketiye ser rêya Nisêbînê û ev bang hat kirin. Ji bo piştgirî ji gelê li Nisêbînê re were dayîn û li dijî qedexeya derketina derve bê derketin, em dibêjin ku em li cem gelê xwe ne û bang li hemû rêxistinên civakî yên sivîl, parêzvanên mafên mirovan, komên baweriyan û partiyên siyasî dikin ku bikevin nava hewldanên astengkirina operasyonan."