Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik got, "Xistina balafira şer a Rûsyayê ji aliyê dewleta tirk ve ne ji ber binpêkirina sînor e; ji bo astengkirina balafirên Rûsyayê ya lêxistina çeteyên hevkarê Tirkiyeyê pêk hatiye."
Nivîsa Bayik a bi serenavê "Di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de tevgera hevgirtî" ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat hat weşandin, bi vî rengî ye:
"Careke din hate dîtin ku dewleta tirk dixwaze DAIŞ û El Nûsrayê biparêzê. Xistina balafira şer a Rûsyayê ji aliyê dewleta tirk ve ne ji ber binpêkirina sînor e; ji bo astengkirina balafirên Rûsyayê ya lêxistina çeteyên hevkarê Tirkiyeyê pêk hatiye. Bi vê yekê re cesareta berxwedanê dide çeteyên ku destek dike. Her wiha bi provokasyonan dixwaze NATO û Rûsyayê bînê pêşberî hev. Bi vê yekê jî dixwaze li dijî DAIŞ’ê tevgera hevbeş a DYA û Rûsyayê asteng bike. Bi vê yekê re jî xwest DAIŞ’ê hinekî rehet bike û derfetê jê re biafirîne. Her wiha ji bo DYA û Rûsya di avabûna Sûriyeya nû de bi hev re tevnegerin, DYA jî mûxtacî wan bimîne serî li provokasyonê da.
Alîkariya Tirkiyeyê ji bo DAIŞ’ê ji aliyê Wêzîrê Karên Derve yê DYA’yê John Kerry bi xwe ve hat aşkerakirin. Wezîrê Karên Derve yê DYA’ê digot wan hemû derî li ser DAIŞ’ê girtine lê tenê sînorê Tirkiyeyê yê bi Cerablûsê ve yê 90 kîlometreyî maye. Ji vê zelaltir tiştekî din ku şirîkatiya DAIŞ û Tirkiyeyê raxe berçavan heye gelo? Ji xwe Tirkiye ji bo şoreşgerên Rojava, Cerablûsê ji DAIŞ’ê nestînin rojane tehdîdan dike. Topbarankirina Kobanê; tê wateya nîşandana ku ew Cerablûsê yanî DAIŞ’ê diparêzin.
Cerablûs ji bo kurdan qadeke ku xetereya êrîşên li ser wan dihewîne. Di dorpêçkirina Kobanê de bi desteka dewleta tirk ji vir êrîş pêk anîn. Dîsa ji Girê Spî (Til Ebyad) jî bi desteka dewleta tirk êrîşî Kobanê dikirin. YPG’ê Til Ebyad ji DAIŞ’ê paqij kir lê belê DAIŞ’a hebûna xwe li Cerablûsê diparêzê rojane Kobanê tehdît dike û êrîşan pêk tîne.
Di 25’ê hezîranê de baskekî hêzên DAIŞ’ê ji Cerablûsê, yek jî ji Tirkiyeyê bi tevahî ji sê aliyan ve ketin Kobanê, jin, zarok, kal, ciwan û mirovên bêçek yên sivîl nêzî 300 mirov di serdegirtinên malan de qetil kirin. Bi vê tevkujiyê re DAIŞ sûcekî li dijî mirovahiyê yê di dîroka mirovahiyê de mînakeke wê ya din tine pêk anî. Yek bi yek ketin malan û di hundirê malan de jin û zarok jî di nav de kî hebû qetil kirin. Piştî ku dorpêça Kobanê hat şikandin û DAIŞ têk çû, bi desteka dewleta tirk tevkujiyeke bi vî rengî pêk hat. Tevkujiyeke bi vî rengî li dijî kîjan hêz an civakê pêk bihata yekser wê bersiv bihata dayîn; wê cihê ku ev tehdît jê dihat jî ji holê rakiriba. Şoreşgerên Kobanê ji ber ku dixwazin mudaxeleyî Cerablûsê bikin dewleta tirk tehdîda, “eger derbasî rojavayê Firatê bibin em ê li wan bixin” dike. Bi vê yekê re hem DAIŞ’ê diparêze, hem jî nîşan dide ku hevkarê tevkujiya ku li cîhanê mînakên wê tine ne ya 300 sivîl hat qetilkirin e. Eger li cihekî bi Tirkiyeyê re têkildar yek bi yek biketana malan û tevkujî pêk bihata wê çi helwest nîşan bida? Bêguman wê bigota cihekî mîna Cerablûsê yekser divê were bidestxistin. Lê dema dor tê kurdan, ji bo nehêle kurd kujeran ceza bikin xwe li pêşiya qatilan kiriye mertal.
Divê DAIŞ hesabê qetilkirina 300 jin, zarok û sivîlê extiyar bide. Hêzên piştgirê wê jî divê bidin. Divê kuştina 300 mirovên li Kobanê here ber destê Dadgeha Sûcên Şer a Laheyê. Divê DAIŞ û piştgirên wê werin darizandin. Ji ber ku tevkujiyî sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Ji ber ku çeteyeke faşîst a çekdar, sivîlên bê parastin qetil kirin. Ya rast ev tevkujiya ku xwîna mirovan dicemidîne û bi xwînsarî pêk hat baş di çapemeniya cîhanê de cih negirt. Li vir mîna tevahiya kuştiyên Amed, Pirsûs, Enqere, Libnan û Parîsê mirov hatin qetilkirin.
Tenê ev tevkujî ji bo tinekirina DAIŞ’ê sedemek bû, dewleta tirk piştî vê tevkujiyê YPG tehdît kir û got hûn nikarin bikevin Cerablûsê. Ji vê vekirîtir desteka ji bo DAIŞ’ê dibe gelo? Gelo DYA, Fransa û tevahiya koalîsyona li dijî DAIŞ’ê vê rastiyê nabînin? Eger piştî vê tevkujiya DAIŞ’ê YPG û hêzên ereb ên hevkarê wê biketa Cerablûsê, tevkujiya Parîsê pêk ne dihat. Her wiha heta niha Raqqa jî hatibû xistin. Lê ji bo îdarekirina Tirkiyeyê û derxistina ji astengbûna wê ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê li dijî van tehdîtên Tirkiyeyê helwest ne girtin. Derfet nehatdayin ku hêzên kurd ên Rojava li Cerablûsê û cihekî din bi ser DAIŞ’ê de biçin. Lê piştî tevkujiya 300 sivîlî mafê hêzên Şoreşger ên Kobanê û Hêzên Şoreşger ên Ereb ên Raqqayê yên bidestxistina Cerablûsê hebû.
Bêguman îro jî mafê Hêzên Sûriyeya Demokratîk a girtina dest a Cerablûsê heye. Mafê Hêzên Sûriyeya Demokratîk a bidesxistina Raqqayê heye. Berpirsiyariya koalîsyonê ya destekdayina van hêzan jî heye. Eger li dijî DAIŞ’ê têkoşîneke hevpar tê meşandin, divê maf û berpirsiyariya tolhildana tevkujiya Kobanê ya kuştina 300 sivîlî divê bicîh were anîn.
DAIŞ’a di ser Cerablûsê, di ser Raqqa yê re êrîşê Kobanê dike, niha jî êrîşî Efrînê dike. Li Efrînê DAIŞ tevî El Nûsra, Ahrar El Şam êrîş dike. Dibe ku fermandariya hevbeş û koordînasyoneke yekser tine be; lê di pratîkê de bi hev re êrîşan pêk tînin. Gelo di vê rewşê de mafê gelê Efrînê yê têkoşîna li dijî El Nûsra, Ahrar El Şam û DAIŞ’ê tine ye? Bêguman heye. Tirkiye li derve bi gotinên Tirkmenên Bayir Bucakê dixwaze çeteyan biparêze. Di vê rewşê de gelo mafê gelê rojavayê Kurdistanê yê bersivdayina yên êrîşê gel û kantonan dikin tine ye?
Ne mimkun e ku hêzên navneteweyî werin fahm kirin, hem dibêjin li dijî DAIŞ’ê me koalisyon avakir; hem jî li dijî Tirkiyeya ku herî zêde destekê dide çeteyan helwestê nîşan nadin. Di serî de gelê Parîsê tevahiya mirovahiyê gelo nabêje ev çi polîtîka ye?
Ev zelal e, heta helwesteke zelal li dijî Tirkiyeyê neyê standin, ji hikûmeta AKP hesab neyê pirsîn, têkoşîneke hevgirtî ya li dijî DAIŞ’ê nikare were meşandin. Her wiha ev têkoşîn wê encama tê xwestin neyîne. Ya din jî ew e ku hikûmeta AKP’ê bi desteka DAIŞ û El Nûsra re hevkariya tevkujiyên wan dike bi caran heq kiriye ku were cezakirin."