Li Wan, Îdir û Riha operasyonên qirkirina siyasî

Li navçeya Şaxê ya Wanê kesek hate girtin. Li Îdirê di serdegirtinên malan de 5 kes li Rihayê jî kesek hatin binçavkirin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê kesek hate girtin. Li Îdirê di serdegirtinên malan de 5 kes li Rihayê jî kesek hatin binçavkirin.

Li navçeya Şaxê ya Wanê Ercan Kipçak, Necmettîn Yacan, Veysel Demîr, Muharrem Kiliç û jineke ku navê wê nehat hinbûn ên di 23'yê mijdarê de hatin binçavkirin sewqî dozgeriyê hatin kirin. 4 kes li dozgeriyê hatin berdan. Muharrem Kiliç ji ber dozeke xwe ya berê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hate kirin. Kiliç bi îdiaya "Endamê rêxistinê ye" hate girtin û şandin girtîgehê.

Li Îdirê serê sibehê di serdegirtinên malan de Endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'î Mehmet Kitir, ji rêveberên berê yê DBP'ê huseyîn Yîgît û Reşît Talay û Yaşar Akkuş û Siddik Turan hatin binçavkirin. 5 kesên bi îdiaya "endamê rêxistinê ne" hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Îdirê.

Li Rihayê jinek hate binçavkirin

Li Rihayê jina bi navê Seyran Demîr a ji Gevera Colemêrgê ye ji ber doza ku der barê wê de hatiye vekirin cezaya wê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hate erêkirin li mala xwe hate binçavkirin. Demîr birin Midûriyeta Polîsan a Bajar.