Gel li Dêrikê li ber barîqatan nobedê digire

Nûnerê ÎHD’ê yê Dêrikê Abdurrahman Kizilay ê der heqê pêşketinên dawî yên navçeyê de agahî da ANF’ê diyar kir ku pira Qoser û Dêrikê digihîne hev hatiye teqandin.

Li Dêrikê li dijî qedexeya kolanan gel xweparastinê dike.

Li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê li dijî “qedexeya derketina kolanan” gel herikî kolanan. Li navçeyê ku cih bi cih dengê çekan bilind dibe, gel li ber barîqatên ku li serê kolanan danîne nobedê digire.

Nûnerê ÎHD’ê yê Dêrikê Abdurrahman Kizilay ê der heqê pêşketinên dawî yên navçeyê de agahî da ANF’ê diyar kir ku pira Qoser û Dêrikê digihîne hev hat teqandin.

'GEL JI HEFT SALÎ HETA HEFTÊ SALÎ DERKET KOLANAN; TU TEQÎNAN RÛ DA'

Kizilay wiha axivî: "Li Dêrikê ji saet qedexeya kolanan hat îlankirin heta niha gel; ji heft salî heta heftê salî derketiye kolanan. Gelê Dêrikê qedexeya derketina kolanan wek binpêkirina mafekî dibîne. Li ber barîqatên ku li serê kolan û cadeyan hatine danîn gel nobedê digire. Li hemû cade û kolanan barîqat hene. Her wiha du teqînên mezin rû dan. Li ser rêya Qoserê pira di ketina navçeya Dêrikê de hatiye teqandin.”