Terora ku dewleta Tirk 14 rojan li Nisêbînê pêk anî

Li Nisêbînê piştî 14 rojan qedexeya rabû zerara ku hêzên dewletê daye jî derket holê.

Li Nisêbînê piştî 14 rojan qedexeya rabû zerara ku hêzên dewletê daye jî derket holê.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî 14 rojan qedexeya derketina derve rabû asta terora hêzên dewletê ya li navçeyê jî derket holê. Li taxên ku gel berxwedan pêş xist, guleyên ku polîsan ji derveyî taxan avêtin taxan taxrîbata ku kirin wekî texrîbatên ku çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê kirin e.

Li malan ji ber bombeyên tîmên taybet avêtine eşyayên welatiyan jî hatine xirakirin û şikandin. Li kolanan ji trafoyan heta daran hemû tişt ji aliyê hêzên dewletê ve hatine xirakirin.

Li kolanan wekî li Farqînê li ser diwaran nivîsên wekî "dewlet hat" "dewlet li vir e" "TC" hatine nivîsandin û dîsa polîsan 3 hîlalên ulkucuyan hatine xêzkirin.

Li Taxa Abdulkadîrpaşa polîsan bombe avêtine mizgeftan û camên mizgeftan jî hatine xirakirin.