Ji bo rakirina qedexeya li ser PKK'ê li Elmanyayê rêze çalakî destpê dikin

Li Elmanyayê, di rojên 27-28'ê Mijdarê de, bi daxwaza 'Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakrin, girtiyên siyasî bên berdan' çaakî tên lidarxistin. Ji bo van çalakiyan banga beşdariyê hat kirin.

Li Elmanyayê, di rojên 27-28'ê Mijdarê de, bi daxwaza 'Bila qedexeya li ser PKK'ê were rakrin, girtiyên siyasî bên berdan' çaakî tên lidarxistin. Ji bo van çalakiyan banga beşdariyê hat kirin.

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanyayê (NAV-DEM) li ser çalakiyan daxuyaniyek weşand û bal kişand ser zext û zora li saziyên Kurdan, qedexekirina çalakî û alên Kurdan û girtina siyasetmedarên Kurd, ku ji 26'ê Mijdara 1993'an dema qedexekirina xebatên PKK'ê û vir ve, tên kirin.

'TÊKOŞÎNA PKK'Ê VEGUHERIYE TÊKOŞÎNA MIROVAHIYÊ'

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin, ku di ser qedexekirina PKK'ê li Elmanyayê re 22 sal derbas bûne û hat gotin, "Bi vê biryarê re dewleta Elman PKK û gelê Kurd ê destekê didê, terorîze û krîmînalîze kir. Ji ber vê qedexeyê bi hezaran Kurd hatin binçavkirin, girtin, cezayê pereyan lê hat birîn û rastî pêkanînên hiqûqî û kêfî hatin. Ji ber vê qedexeyê, mîlyonek Kurdên li Elmanyayê dijîn ev 22 sal in bi zexta polîtîk û psîkolojîk re rû bi rû ne."

Di dewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ser têkoşîn û berxwedana PKK'ê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê yên tecawizkar, qetlîamker û faşîst û ev xal hat destnîşankirin:

"PKK ji bo azadiya gelê Kurd têkoşîneke mezin dimeşîne. Gerîlayên HPG, YJA Star, YPG û YPJ'ê li Kerkûk, Şengal, Kobanê û tevahiya Rojava, li dijî zebaniyê tarîtiyê çeteyên DAIŞ'ê, gel û baweriyên Êzidî, Elewî, Xiristiyan, Kurd, Asûrî, Ermenî, Tirkmen û Elewî diparêzin. Bi kurtasî li ser navê mirovahiyê li ber xwe dide. Têkoşîneke azadîparêz û demokratîk dimeşîne ku li nava gel û baweriyên herêmê veguheriye çavkaniya hêviyê. Her kesê ji xwe re dibêje 'ez mirov im' bi sempatî nêz dibe. Dewamkirina qedexeya li ser PKK'ê ji aliyê polîtîk ve pêşîvekirina li çeteyên DAIŞ'ê û xitimandina çareseriya aştiyane û demokratîka pirsgirêka kurd e. Êdî ti aliyê ku ev qedeya antî demokratîk were parastin nîne. Ji bo li Rojhilata Navîn azadî û demokrasî pêk were, divê qedexeya li ser PKK'ê were rakirin."

NAV-DEM'ê xwest qedexeya li ser PKK'ê bê rakirin û bang li gelê Kurd, derdorên şoreşger-demokratîk û kedkarên koçber ên xwecihî û biyanî kir, ku beşdarî çalakiyên bi vê armancê yên 27-28'ê Mijdarê bibin.

BERNAMEYA ÇALAKIYAN

27'Ê MIJDARÊ, ROJA ÎNÊ

Kassel: Meşa bi meşaleyan
Cihê: Jaegerstraße 7, pêşiya komeleyê , 16.30

Bonn
Cih: Pêşiya Franken Bad, 16.00

Koln
Cih: Erbertplatz, 17.00

Aachen
Cih: Kêleka Pontursraskasse, 17.30

Freîbûrg
Cih: Konrat Adenauer Platz, 17.00

Frankfûrt
Cih: Pêşberî HBF (Kaiser str.), 16.00

Essen
Cih: Hirschlandplatz, 18.00

Stûttgart
Cih: Pêşberî HBF, 17.00

Gießen, meşa bi meşale
Cih: Berliner Platz, 16.00

Nurnberg
Cih: Hall Platz (Nêzî Lorenzkirche),18.00

Darmstadt
Cih: Luisen platz, 17.00

Saarbrucken
Cih: Am Landwehrplatz, 17.00

28'Ê MIJARÊ, ROJA ŞEMIYÊ

Hambûrg
Cih: Sternschanze, 14.00

Hannover
Cih: Opernplâtz, 12.00

Berlîn
Cih: Fernsehturm, 15:30

Bîelefeld
Cih: Pêşiya HBF, 16.00

Munster
Yer: Navenda Civaka Demokratîk 

Dusseldorf
Yer: Pêşiya DGB

Dûîsbûrg
Yer: Navenda Civaka Demokratîk, 14.00."