PKK’ê ‘Şehîdên Meha Mijdarê’ bi bîr anî
Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘Şehîdên Meha Mijdarê’ bi bîr anî û got: “Di rastiya Kurdistanê de bêyî pêşengtiya Partiyê û têkoşînê, wek mirovan jiyan ne mimkun e.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê ‘Şehîdên Meha Mijdarê’ bi bîr anî û got: “Di rastiya Kurdistanê de bêyî pêşengtiya Partiyê û têkoşînê, wek mirovan jiyan ne mimkun e.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî ‘Şehîdên Meha Mijdarê’ bi bîr anî. PKK’ê di daxuyaniya xwe de got: “PKK’ya wek dilsoziya bi şehîdan re û bersiva herî watedar a bi şehadetê re hat avakirin, îro bi hezaran şehîdên xwe û berxwedana xwe ya destanî ya hê didome civakbûna nû ya gelê Kurd temsîl dike. Li Kurdistanê jiyan, hebûn û çêbûn bi saya partîbûn û şehîdên partiyê mimkun bûye. Di rastiya Kurdistanê de bêyî pêşengtiya Partiyê û rêxistinbûna wê, têkoşîn û wek mirovan jiyan jî ne mimkun e. Dîroka beriya PKK’ê îspata wê ye. Rêber Apo ku got, ‘Bêyî partiyê li Kurdistanê pelek jî nalive’ vê rastiyê nîşan dide. A teqez ev e: Di şênberiya Kurdistanê de bêyî Partiyê, bêyî pêşengtiyê, bêyî rêbertî serketin nabe, eger hebe jî wê ev ne mayînde be! Divê were zanîn ku; ‘şertê pêkanîna hedefa welatê azad û rêbertiya azad’, hê zêdetir partîbûn û di partiya Rêber Apo de hê zêdetir mîlîtanbûn e.”
PKK’ê got: “Şehîdên me wek hebûnên me yên herî bi qîmet di sala 37. de mîrasa PKK’bûyîna bi ruhê nemiriyê wê biçe serketinê pêk anîn. Bi wesîleya salvegera 37. em careke din soz didin şehîdên xwe yên dîroka me ya Partîbûyîn û têkoşînê ya herî bilind, herî pîroz; em ê di PKK’ya Rêber Apo û şehîdan de jiyana xwe bilind bikin, têkoşîna xwe bigihênin serketinê, gelê xwe bigihênin pêşeroja bi rûmet û azad.”
Komîteya Rêveber a PKK’ê di dewama daxuyaniya xwe de ev xisûs diyar kir:
Ji şehîdên partîbûna me, hevrêyê me Saît Şîmşek ê li Xelfetiya Riha ji dayik bûye, 29’ê Cotmeha 1980’î li Nîzîpê, hevrêyê me Kemal Ercan ê li Elezîzê ji dayik bûye di Mijdara 1979’an de li Edeneyê gihiştiye şehadetê. Em soz didin, partiya emanetî me kirine li gor felsefeya damezrandinê di xeta şehîdan de timî mezin bikin, dilsozê bîranîna wan bin.
Em hevrêya xwe Jiyan-Fatma Îsbert a Bazarcixî ya sala 1991’ê tevlî bû, 24’ê Mijdara 1991’ê li bejahiya Çermûxê ya Amedê di pevçûnekê de bi du hevrêyên xwe gihişt şehadetê bi rêz bi bîr tînin, em diyar dikin ku di pêşengiya jina azad de berdewamkirina avakirina civakbûna me ya nû gav bi gav pêk bînin.
Em hevrêyên xwe Avareş-Hasan Dagli yê ji Çinar a Amedê û sala 1991’ê tevlî bûye, Çekdar-Farûk Tûr ê ji Şemrex a Mêrdînê û sala 1990’î tevlî bûye, Ferhat-Îsmet Erkan ê ji Dêrikê û sala 1991’ê tevlî bûye, Karker-Abdurrahman Tûran ê ji Qoser a Mêrdînê yên 15’ê Mijdara 1992’yan li Girê Kazikli yê Çinar di encama îxbarekê de şehîd ketine bi rêz û hurmet bi bîr tînin. Em careke din diyar dikin ku li hemberî xiyanetê em ê timî bêrehm bin û dereng an jî nêz hesab ji xayînên bûne sedema şehadeta hevalên me bi biryardariyeke teqez bipirsin.
Em 9 hevrêyên xwe yên 16’ê Mijdarê 1993’an li çiyayê Baykan Kalanîs di pevçûnê de jiyana xwe ji dest dan di şexsê Xayrî-Serdar Veysî Karanî ku li Tarsûsê ji dayik bûye, sala 1993’an tevlî bûye û Merwan- Mûstafa Oncel ê ku ji Şemrexê ye, sala 1991’an tevlî bûye, bi bîr tînin, em soz didin ku kolan bi kolan, çiya bi çiya em ê Kurdistanê azad bikin û ji şehadeta wan re bibin bersiv.
Hevrê Jîr-Ramazan Akalan, 1992’yan tevlî bûye, ji Xelex a Şemrexê ye. Di çalakiya êrîşê ya li hember çeperên dijmin a 17’ê Mijdarê 1993’yan li Cizîrê gihişt şehadetê. Hevrê Çîçek, Kadriye Bûdak, 1992’an tevlî bûye û ji Cizîrê ye. Em şehîdên xwe bi mînet bi bîr tînin. Di şexsê şehîdên xwe em soz didin gelê xwe yê 4 parçeyê Kurdistanê ku em ê bigihêjin Neteweya Demokratîk û li tevahî Rojhilata Navîn xeta xwe ya azadiyê serwer bikin.
Hevrêyê fermandar Xebat Amed- Îhsan Gul ku sala 1990’î tevlî bûye, ji Amedê ye, heta dawiyê bi gelê xwe û Rêbertiya xwe bi awayekî fedayî girêdayî ye, di encama îxanetekê de li herêma Xîdsor a Semsûrê, 22’ê Mijdarê 1995’an gihişt şehadetê. Em bi rêzdarî bi bîr tînin, em sozê didin ku em ê bi şîara Rêbertiya Azad û Civaka Azad ve berxwedanê mezintir bikin.
Em di şexsê hevrêyên xwe Awat- Necmîl Nûrettîn Mûstafa ku 1997’an tevlî bûye, li Silêmaniye ji dayik bûye û Berfîn-Gulafer Genç, 1992’an tevlî bûye, ji Mazgirda Dêrsimê ye,yên di operasyona li hember Garê ya bi hêzêk dijmin a 20 hezar kesî bi alîkariya Kurdên hevkar ve 29 ‘ê Mijdarê 1999’an şehîd ketine, hevrêyên xwe yên şehîd bi mînet bi bîr tînin; em careke din destnîşan dikin ku li ser vê axê em ê qada jiyanê nedin hevkarî û îxanetê. Dereng an jî nêz, em ê hesabên êrîşên ji paşerojê heta îro bipirsin.
Hevrê Bagok-Sînan Yildirim ku sala 1999’an tevlî bûye, ji Nisêbînê ye, 30’ê Mijdarê 2003’an di kemîna dijmin a li gundê Torik a girêdayî navçeya Dihê ya Sêrtê di pevçûnê de şehîd ketiye. Em bi rêzdarî bi bîr tînin, em sozê didinê ku em ê bajarê serhildanan Nisêbînê bi berxwedana xweparastinê bigihînin xwerêveberiyê.
Hevrê Bîryar-Hekkar Ahmed, sala 2000’î tevlî bûye, li Baxdayê ji dayik bûye, li Behra Reş, 29’ê Mijdarê 2003’an gihişt şehadetê û Hevrêyê Yilmaz Kizil- Yildirim Yildirim ê sala 1999’an tevlî bûye li Dihê ji dayik bûye, 1’ê Mijdarê 2003’an li Behra Reş gihişt şehadetê. Em bi mînet bi bîr tînin, bi hedefa “Tirkiyeya Demokratîk Kurdistana Azad” ve em soza mezinkirina têkoşînê didin.
Hevrê Enver-Riza Çakan yek ji fermandarên PKK’ê yê fedakar e, sala 1991’an tevlî bûye, li Tetwanê ji dayik bûye, 2’ê Mijdarê 2004’an li Farqîna Amedê gihişt şehadetê. Em ê zêdetirîn PKK’yîbûyinê esas bigirin û ji bîranîna hevrêyên xwe bibin bersiv.
Hevrê Salar Sine-Ferhat Daniş sala 2001’an tevlî bûye, li Sine ji dayik bûye, sala 2005’an meha Mijdarê li Hewremanê gihişt şehadetê. Em bi rêzdarî bi bîr tînin, bi ruhê Hevrêyê Salar ê berxwedêr em diyar dikin ku em ê bi biryarî bimeşin ser hedefa danibû pêşiya xwe.
Hevrê Diyana Berîn-Hevî Hannan sala 2000’î tevlî bûye, li Efrînê ji dayîk bûye, 19’ê Mijdarê 2005’an di pevçûna li Besta gihişt şehadetê. Em bi mînet bi bîr tînin, em diyar dikin ku bi înşakirina hevjiyana azad em ê ji bîranîna heval Diyana Berîn re bibin bersiv.
Hevrê Şervan Salmas- Mehrîzat Alîzade sala 2001’an tevlî bûye, li Salamasê ji dayik bûye, 22’ê Mijdarê 2005’an tevî ku di çalakiya li hember Girê Tabûra Îkîzce ya Şirnexê bi giranî birîndar bibû jî di pevçûnên sing bi sing de dijmin qehr kir û gihişt şehadetê. Em sozê didinê ku wê wêrektî û fedaîtiya me dijmin têk bibe û wê gelê me bigihîne serketinê.
Hevrê Rizgar- Maksût Behnemûn sala 2003’an tevlî bûye, li Ormiye ji dayik bûye, 20’ê Mijdarê 2006’an di çalakiya Girê Bayrak ê Gabarê de bi ruhekî lehengî yê êrîşê gihişt şehadetê. Em bi mînetî bi bîr tînin, em sozê didinê ku em ê ala xwe ya azadiyê li her derê Kurdistanê bişînin asîmanan.”
‘EM Ê BI ZANEBÛNA BERPIRSIYARTIYA DÎROKÎ YA 37 SALAN LAYIQÎ ŞEHÎDÊN XWE BIBIN’
Daxuyaniya PKK’ê wiha bi dawî bû: “Di meha avakirina Partiya me de em hevrêyên şehîd, pêşeng û avakar bi rêzdarî bi bîr tînin. Em ê bi zanebûna berpirsiyartiya dîrokî ya 37 salan layiqî şehîdên xwe bibin. Em ê nûnertiya mîlîtanbûna PKK’ê ku serketinê bi dest dixe, bikin.
Bi felsefeya PKK’ê, ruhê PKK’ê û mîlîtanbûna PKK’ê ve ti serketinê ku bi dest nekeve, şoreşeke ku pêk neyê, civakbûnek ku neyê avakirin tineye. Tenê bila em di nav hewldan û lêgerîna di fermandariya şehîd û Rêbertiya xwe de wezîfeyên xwe yên îdeolojîk, polîtîk û leşkerî di xeta PKK’ê de bi cih bînin… PKK’yîbûyina serketinê bi dest bixe ev e û em ê jî li ser vî esasî têkoşînê bi hedefa serketinek teqez mezin bikin û bi ser kevin.
Em xebatên xweparastin û xweseriya demokratîk a ku gelê me yê Farqîn, Gever, Nisêbîn, Cizîr, Hezex û Licê bê ku bitirs in dimeşînin silav dikin; em bang li tevahî mîlîtanên xwe, kadroyên xwe û sempatîzanên xwe dikin ku bila zêdetir piştgiriyê bidin têkoşîna bi rûmet a gelê me. Divê her kes li qada xwe çi tevkariyê karibe bike û bi mezinkirina berxwedanê ve civakbûna xwe gav bi gav ava bike. Wezîfe û rola her kesî ya dîrokî ev e!
Li ser vî esasî 37. salvegera avakirina Partiya me PKK’ê li her kesî pîroz dikin; tevahî şehîdên me yên tevkariya herî mezin bi vê têkoşîna bi rûmet a 37 salan kirine bi mînet û rêzdarî bi bîr tînin; Em soza serketinê ji gelê xwe, Rêbertiya xwe û tevahî gelên qedîm re dubare dikin.”