BI DÎMEN

'PKK planên hêzên hegemonîk pûç dike'

Gerîlayên PKK'ê, der barê 37. salvegera damezrandina PKK'ê de gotin, "Gelek hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn planên kirêt li ser vê erdnîgariyê kirin. Lê belê PKK'ê bi sekna xwe ya îdeolojîk ti carî li hemberî wan polîtîkayan winda nekir."

Gerîlayên PKK'ê, der barê 37. salvegera damezrandina PKK'ê de gotin, "Gelek hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn planên kirêt li ser vê erdnîgariyê kirin. Lê belê PKK'ê bi sekna xwe ya îdeolojîk ti carî li hemberî wan polîtîkayan winda nekir."

Nêrînên gerîlayên HPG'ê bi vî rengî ne:

ALÎ ZAGROS: Rêberê me di nava şert û mercên gelekî zehmet de ev rewşa gelê Kurd a çand, ziman û her tiştê xwe tine dihat hesibandin dît û weke serhildanekê gavên destpêkê yên PKK'ê avêt. Îro li dû Rêberê me rastiyeke civakî ya ji mîlyonan heye. Partiya me li gorî rêxistinbûyînên beriya xwe cuda ye. Her pêvajoyeke şer pênase kir û têkoşîn her tim xurt kir. Mînak; berxwedanên zîndanê, serhildan û artêşbûyîn çend ji van gavan e. Wekî din, PKK gelek rengan di nava xwe de vedihewîne. Girîng e di roja îro de li Kurdistanê, gelê me bi xurtî li hemberî hewldanên komkujî û qirkirinê yên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin, bisekine. Tevî vê yekê PKK êdî li çar parçeyên Kurdistanê gav bi gav digihêje armanca xwe.

CANŞÊR AMANOS: Salvegera damezrandina PKK'ê li gelê Kurd û gerîlayan pîroz dikim. Îro xwe eke têkoşîna aştî û azadiyê bi tevahiya cîhanê re daye qebûlkirin. Rastiya rêxistina me di dema dawî de li Şengal, Rojava û Kerkûkê baştir hat fêmkirin. Bêguman rêxistina me di nava şert û mercên hêsan de negihaşt roja îro. Ji ber ku bi dayîna têkoşîneke gelekî mezin gihaşt van rojan. Gelek hêzên hegemonîk ên li Rojhilata Navîn planên kirêt li ser vê erdnîgariyê kirin. Lê belê PKK'ê bi sekna xwe ya îdeolojîk re ti carî li hemberî van polîtîkayên kirêt têk neçû. Ji damezrandina PKK'ê heta roja îro, di encama têkoşîneke xurt de bêguman gelek şehîdên me çêbûn. Lewma asta ku rêxistina me îro xwe gihandiyê, rastiya şehîdên şehîdên me ye. Divê em di nava vê têkoşînê de cih bigirin û xeta şehîdan bêhtir bi pêş ve bibin.

DEVRÎM SÎPAN: Em salvegera 37. a damezrandina PKK'ê li her kesî pîroz dikin. Berxwedana zîndana Amedê jî nîşanî me dide ku têkoşîn bi rastiya şehîdan gihaştiye vê rojê. Divê em vê rastiyê bişopînin û şehîdên xwe ji xwe re bikin mînak. Bi taybetî li Bakurê Kurdistanê ji ber tifaqa AKP û DAIŞ'ê, bi sedan mirovên me tên qetilkirin. Ji bo bûyerên li Rojava û Şengalê careke din rû nedin, di serî de Kurd divê hemû gelên bindest serî hildin.