Daqûqî: Gerîlayên PKK'ê temînata me ne
Daqûqiyan gotin, "Bi şerê fedaî yê li dijî DAŞ'ê re me dît ku PKK tevgereke çawa ye û ji bo Kurdan tê çi wateyê."
Daqûqiyan gotin, "Bi şerê fedaî yê li dijî DAŞ'ê re me dît ku PKK tevgereke çawa ye û ji bo Kurdan tê çi wateyê."
Daqûqiyan gotin, "Bi şerê fedaî yê li dijî DAŞ'ê re me dît ku PKK tevgereke çawa ye û ji bo Kurdan tê çi wateyê."
Şêniyên navçeya Kerkûk Daqûqê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û bal kişand ser girîngiya têkoşîna PKK'ê ya ji bo gelê Kurd. Daqûqiyan diyar kirin ku ew 27'ê Mijdarê weke rojeke pîroz dibînin û destnîşan kirin, ku ew ê ti carî tiştên gerîla ji bo wan kirine, ji bîr nekin. Daqûqiyan dan xuyakirin ku ew bi hebûna gerîla ya li navçeya xwe re serbilind in. Daqûqiyan dan zanîn ku ew ê her tim li cem gerîla bin û ew gerîla ji bo xwe weke temînatê dibînin.
Gelê navçeyê diyar kir ku berî PKK bê Başûrê Kurdistanê û li dijîo çeteyên DAIŞ'ê gelê Başûr biparêze, wan PKK nas nedikirin. Daqûqiyan li ser salvegera 37. a damezrandina PKK'ê û hebûna gerîla ya li Başûrê Kurdistanê ji ajansa me re axivîn.
'EGER PKK NEBÛYA, PÊŞÎ LI DAIŞ'Ê NEDIHAT GIRTIN'
Mamoste Nûrî Osman 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û ragihand ku PKK'ê di nava 37 salan de destketiyên mezin ji bo gelê Kurd afirandiye. Osman got, "Eger gerîlayên PKK'ê nebûna, ti hêzê nikarîbû pêşî li çeteyên DAIŞ'ê bigirta." Osman da xuyakirin ku bi têkoşîna 2 salan a li hemberî çeteyên DAIŞ'ê re mîna li gelemperiya cîhanê, li Başûrê Kurdistanê jî sempatiyeke mezin ji bo PKK'ê derketiye holê û got, "Eger em îro bi dilrehetî dikarin li welatê xwe bijîn, ev yek bi saya hêzên Kurd e, bi taybetî jî bi saya PKK'ê ye. Gelekî girîng û pêwîste e ku gerîla li Başûrê Kurdistanê be û gel biparêze."
'BÊ TEREDÛT EM PARASTIN'
Ahmet Ruzar jî diyar kir ku ji ber tevgereke weke PKK'ê pêşkêşî gelê Kurd kir ew minetdarê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan in û. Ruzar da xuyakirin ku hebûna gerîla ya li herêmê pêwîstiyeke û gerîla di parastina gel de ti carî teredût nekiriye. Ruzar salvegera damezrandina PKK'ê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li gerîlayên li Mexmûr, Şengal, Kerkûk û hemû gerîlayên çar aliyên Kurdistanê pîroz kir destnîşan kir ku bi felsefeya welatparêziyê ya PKK'ê re gelê Kurd ji nû ve bû xwe bi xwe.
Ruzar da zanîn ku hebûna gerîla ya li navçeya wan pêwîstiyeke û destnîşan kir ku gerîla nebe, nepêkane ew karibin xwe biparêzin. Ruzer got, "Bi saya PKK'ê gelê Kurd ji bo azadiya xwe di nava têkoşîneke mezin de ye. Ji ber hebûna gerîlayên PKK'ê li navçeya me, em gelekî kêfxweş in. Li hemû qadên têkoşînê, ji gerîla re serketinê dixwazim."
PKK'Ê HIŞMENDIYA NETEWEYÎ DA ME Û SÎNOR RAKIR
Saman Kabîr jî salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Eger PKK nebûya, îro gelê Kurd nebû xwedî hişmendiya neteweyî. Kurdên li parçeyekî Kurdistanê wê haya xwe ji Kurdên li parçeyekî din jî nebûya. PKK'ê em nêzî hev kir û hişmendiya neteweyî da me. Eger PKK nebûya, ji ber polîtîka û sînorên dewletên mêtînger destnîşan kirine, em ê bi temamî ji rastiya xwe qut bibûna. Lê belê bi saya PKK'ê em dibînin, ku gerîlayekî ji Rojhilat li Rojava şehîd dikeve. Gerîlayê ji bakur li Başûr şer dike û şehîd dikeve. Ev destketiyeke bi girîng e û heta niha bi tenê PKK'ê ev bi ser xist. Lewma roja avabûna PKK'ê ji bo gelê Kurd rojeke pîroz e. Em dixwazin gerîlayên PKK'ê bi awayekî mayînde li herêma me bimînin. Heta ku PKK li vir me jiyana me ewle ye."