KONGRA GEL: Di sala 38'an de em têkoşînê xurttir bikin
Hevserokatiya KONGRA GEL bang li her kesên alîgirê jiyaneke azad û demokratîk in kir ku di sala 38. a PKK'ê de, ji bo afirandina pêşeroja hevpar a gelan, têkoşînê xurt bikin.
Hevserokatiya KONGRA GEL bang li her kesên alîgirê jiyaneke azad û demokratîk in kir ku di sala 38. a PKK'ê de, ji bo afirandina pêşeroja hevpar a gelan, têkoşînê xurt bikin.
Hevserokatiya KOGRA GEL, bi wesîleya salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û salvegera pîroz kir. Hevserokatiya KONGRA GEL got, "37. salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) di serî de li Rêber Apo, li tevahiya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn, hemû hevrêyên me yên li her qada têkoşîna me li ber xwe didin, hemû dostên me û mirovahiya pêşverû pîroz be. Em, Rêber Apo yê ku ji roja koma destpêkê heta roja îro di afirandina ruh, keasyetî, îdeolojî û rêxistina PKK'ê de û di meşa serketinê ya ji nû ve dîrokê dinivîsîne de bi rola Rêbertiyê rabûye, ji dil û bi rêzdarî silav dikin.
Em hemû şehîdên xwe yên ezîz ên bi lehengiyên xwe re pêşengî ji têkoşîna azadiyê re kirin, bawerî dan gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn û rê li ber şoreşê vekirin, bi minetdarî û rêzdarî bibîr tînin û careke din dilsoziya xwe ya bi bîranîna wan re bilêv dikin."
Daxuyaniya Hevserokatiya KONGRA GEL bi vî rengî dewam kir:
"PKK navê têkoşîneke efsanewî ye, ku gelê me yê tinekirin, înkar û dagirkerî li ser hatibû ferzkirin, bi komkujî û qirkirinan re hatibû çavtirsandin û ji rewşa xwebûyînê hatibû derxistin, ji nû ve li jiyana azad vegerand.
PKK, derketina ji tarîtiyê û meşa ber bi ronahiyê ve ye. Li dijî xiyanet û teslîmiyetê berxwedan e, baweriya ji xwe ya xwe dispêre xwe û gelê xwe ye, navê jiyana bi rûmet û azad a her kesî ye. Ruhê milîtan ê PKK'ê ku gelên Kurdistanê rakir ser piyan û ti astengiyan nas nake, niha têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelên Rojhilata Navîn bi ser dixîne.
PKK ku di heman demê de partiyeke jinê ye, bi têkoşîna xwe ya azadiya jinê re, di mijara tinekirina zîhniyeta dewlet û civaka bi serdestiya mêr de, gelekî bi pêş de çû. Şoreşa Rojava ya bi pêşengiya jinê dimeşe, di vî warî de weke şoreşa sedsala 21'an ji niha ve li nava raya giştî ya cîhanê, li cihê heq dike ye.
Ji bo derketina ji nava şerên desthilatdariya bi xwîn ên ji aliyê sîstema netewe dewlet a li dora ol û nasnameya etnîkî ku bûye belayê serê Rojhilata Navîn û tevahiya mirovahiyê, PKK'ê bi sîstema konfederalîzma demokratîk a xwe dispêre neteweya demokratîk û bi projeya çareseriya xweseriya demokratîk re, der barê çareseriya hemû pirsgriêkên neteweyî û civakî de sîstemeke alternatîf ava kir.
Li dijî polîtîkayên faşîst ên dewleta AKP'ê yên ji bo tinekirina vîna gelê me tên meşandin, gelê me li Nisêbîn, Cizîr, Gever, Farqîn, Sûr, Silopiya û gelek cihên din ên Kurdistanê xwerêveberî ragihand. Destekkirina van xwerêveberiyan ji aliyê tevahiya gelê me ve, wezîfeya bingehîn a pêvajoya heyî ye. Ji bo belavkirin û herdemîkirina serketina berxwedanên li qadên xwerêveberiyê, divê gelê me seferber bibe. Projeya xwerêveberiyê ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo hemû gel û nasnameyan projeya jiyaneke hevpar a azad e. Lewma divê ji aliyê her kesî ve bi xurtî were destekirin, polîtîkayên faşîst ên AKP'ê werin pûçkirin û pêşî li pêvajoya çareseriyeke nû ya rasteqîn bê vekirin.
Li ser vê bingehê, di sala 38. a PKK'ê de em bang li her kesên alîgirê jiyaneke azad û demokratîk dikin ku ji bo afirandina pêşeroja hevpar a gelên me, têkoşînê xurt bikin."