Şêwirmendê Zelandaya Nû hat serdana Şaredariya Sûrê
Şêwirmendê Karên Siyasî yê Zelandaya Nû Ed Mcisaac hate serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê û hevdîtin bi Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu re kir.
Şêwirmendê Karên Siyasî yê Zelandaya Nû Ed Mcisaac hate serdana Şaredariya Sûrê ya Amedê û hevdîtin bi Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu re kir.
Şêwirmend Mcisaac bi armanca ku pêşketin û bûyerên li navçeyê di cih de bibîne serdana Şaredariya Sûrê kir, ji aliyê Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu pêşwazî kir.
Wekîla Hevşaredarên Sûrê Azîze Deger Kutlu li ser rewşa heyî agahî dan mêvanê xwe û wiha nêrînên xwe der barê pêvajoyê de anî ziman: “Tiştê ku li vê herêma me diqewime ev e ku bi salane ziman û çanda mirovên ku li vir dijîn hatiye qedexekirin û her dem şer û pevçûn tên jiyîn.”
Kutlu di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Di vê dema dawî de û bi taybetî piştî 2013'an ku pêvajoya aştiyê hate pêşxistin bi xwe re baweriya bi çareseriyeke aştiyane jî anî û ji alî her kesî ve bi erênî lê hate mêzekirin û hêviyên aştiyê zêde kirin.
Bi lihevkirina Dolmabahçeyê jî heviyên çareseriyekê zêde û mezin bûn. lê piştî ku gav bi paşde hate avêtin û ew lihevkirin hate înkarkirin ew hêviyên aştiyê tev vala derxistin û dîsa rewşa tevlihevî û şer dest pê kir.
Lewre jî çi dibe bila bibe divê bi rengekî lezgîn li wê lihevkirinê vegerin û dîsa bi rêyên aştiyane hewldanên çareseriyê berdewam bikin. Piştî hilbijartinên 7'ê Hezîranê li herêma rewş hate alozkirin û tundî giha asteke gelekî dijwar. Hevşaredarên Sûrê jî di nav de gelek hevşaredar û siyasetmedarên Kurd hatin girtin. Lê gelê herêmê tevî ewqas zilm û zordariya ku li wan dibe jî û bi taybetî dayikên ku zarokên xwe di van şer û pevçûnan de windakirin tenê daxwazeke wan heye ew jî çareseriya aştiyane ye.”