BI DÎMEN

PKK tevgereke mirovahiyê ye

Endamên Komîteya Zanistî û RonakbîriYê Mûnzûr Dêrsim, Rêzan Çiyayî, Seîd Semsûr û Serhat Botan bi wesîleya 37. savlegera damezrandina PKK'ê, jiyan û felsefeya têkoşînê ya PKK'ê vegotin.

Endamên Komîteya Zanistî û RonakbîriYê Mûnzûr Dêrsim, Rêzan Çiyayî, Seîd Semsûr û Serhat Botan bi wesîleya 37. savlegera damezrandina PKK'ê, jiyan û felsefeya têkoşînê ya PKK'ê vegotin.

Mûnzûr Dêrsim da xuyakirin, ku PKK ji destpêkê heta roja îro, weke tevgerek mirovahiyê derketiye holê û got, "Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî yên gelê Kurdistanê û pirsgirêkên wekhkevî, azadî û edaletê yên hemû gelên herêmê çareser bike, têkoşiya ye. Di roja îro de jî vê têkoşînê dimeşîne."

Dêrsim ragihand ku PKK di heman demê de tevgereke ronakbîrî, çandî û demokrasiyê ye û destnîşan kir ku PKK'ê ronakbîrî di zîhniyeta mirovan de afirandiye. Lewma herî zêde nirxên însanî, nirxên civakî zindî kiriye. Û ev yek ne tenê di gotinê de bi têkoşîna pratîkî re derxistiye holê. Ya ku gotiye, pêk aniye." Dêrsim destnîşan kir ku PKK di parastina nirxên mirovahiyê de hêza xwe bi pêş dixîne.

Dêrsim diyar kir ku PKK dîrokê ji nû ve dinivîsîne û got, "Vediguhere wê hêzê ku dikare hem dîroka Kurdistanê hem jî ya tevahiya Rojhilata Navîn ji nû ve binivîsîne. Tevî hemû êrîş, zext, derew û şaşîtiyên hêzên navneteweyî jî, PKK bi têkoşîna xwe re nîşanî gelên Rojhilata Navîn daye ku rizgarî bi çi rengî pêk tê.

Rêzan Çiyayî jî destpêka axaftina xwe de, 37. salvegera PKK'ê li gelê Kurdistanê, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, cangoriyên têkoşîna azadiyê, şervanê azadiyê û tevahiya mirovahiyê pîroz kir.

Çiyayî şert û mercên avabûn û pêşketina PKK'ê bibîr xist û bal kişand ser xwerêveberiyên di roja îro de li Bakurê Kurdistanê hatiye ragihandin. 

Çiyayê diyar kir ku bi pêşengiya AKP û PDK'ê, li hemberî Şoreşa Rojava û pêngava şoreşgerî ya li Bakurê Kurdistanê hewldanên tinekirinê tên meşandin û ev nirxandin kir: Ev hevkariya dijber, ne ji aliyê leşkerî ve ye. Aboriya Tirkiyeyê li ser talankirina Başûrê Kurdistanê dimeşe. Di hemû hilbijartinan de PDK'ê bi awayekî vekirî destek da AKP'ê. Divê ev yek baş were zanîn ku ti xiyanet di herikîna dîrokê de bi ser neketiye. Lewma divê neviyên Harpagos baş zanibin ku zarokên weke Ûgûr Kaymaz û Ceylan Onkol tiliya xwe rakirin hewa û bi gotina 'Bijî Serok Apo' ev xiyanet di xwîna wan de fetisandin."

Seîd Semsûr bibîr xist ku damezrandina PKK'ê ya fermî her çend beriya 37 salan be jî, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêdeyî 42 sal in têdikoşe û da zanîn ku gelê Kurd ê li ber sînorê tinebûnê bû, bi têkoşîna 42 salan re xwe gihandiye sînorê azadiyê.

Semsûr anî ziman ku PKK'ê di nava vê demê de ne tenê li Kurdistanê, li Tirkiye, Rojhilata Navîn û tevahiya cîhanê gelek guhertin pêk anî û destnîşan kir ku destketiya herî mezin a PKK'ê afirand, li dijî tinekirina nirxên civakî û însanî ji aliyê sîstema kapîtalîst ve, meşandina têkoşînê ye. Semsûr ragihand, ku PKK li ser navê çand, nasname, civak û cihêrengiyên ji mirovahiyê re dergûşî kirin, têdikoşe.

Semsûr anî ziman ku gelê Kurd bi têkoşîna hatiye meşandin re îro gihaştiye asta azadiyê û got, "Di serî de dewleta Tirk hêzên mêtînger ên ji van destketiyên gelê Kurd aciz in, ji bo tinekirina Kurdê azad êrîşên xwe zêde dikin. Girîng e gelê Kurd van hemûyan bibîne û têkoşîna xwe mezintir bike. Hemû mirovên bindest û cihêreng, PKK'ê weke rizgariya xwe dibînin."

Semsûr 37. salvegera damezrandina PKK'ê, li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şehîdan, li dayikên aştiyê û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir.

Serhat Botan da xuyakirin ku PKK'ê di nava 37 salan de bi têkoşîna xwe ya xwe dispêre hêza xwe re, gelek destketî afirandiye û da zanîn ku bi modla xwe ya li Rojava û Bakurê Kurdistanê re pêşengiyê ji rizgariya tevahiya mirovahiyê re dike. 

Botan diyar kir ku Kurdan bi vê sîstem û jiyana xwe ya nû re têgihtişa 'gel bê dewlet nabin' şikandiye û nîşan daye ku sîstema herî zêde gel bi aramî lê bijîn, sîstema li derveyî dewletê ye.

Botan di daxuyaniya axaftina xwe de ev bang kir; "Ji bo azadiya Rêberê me, ji bo em sala nû bikin sala azadiya Serok Apo, em têkoşînê xurt bikin, rabin serhildanê û civaka azad ava bikin. Li ser vê bingehê cejna vejînê li her kesî pîroz dikim."