Di pevçûna navbera pêşmergeyan û cemaeta Êzidiyan de herî kêm 4 kes mirin

Îro danê êvarî li gundê Qambûsî yê li başûrê Şengalê di navbera cemaeta Şêx Xeyrî ya cemaeta Êzidî (Yekîneyên Şêx Xeyrî) û hêzên taybet ên PDK’ê hêzên Zîrevan de pevçûn derket.

Îro danê êvarî li gundê Qambûsî yê li başûrê Şengalê di navbera cemaeta Şêx Xeyrî ya cemaeta Êzidî (Yekîneyên Şêx Xeyrî) û hêzên taybet ên PDK’ê hêzên Zîrevan de pevçûn derket. Di pevçûnê li gor agahiyên destpêkê 4 kes hatine kuştin.

Li gor agahiyên nûçegihanê me yê li Şengalê dan, bûyer danê êvarî ji ber nîqaşeke bazirganiyê ya di navbera aliyên de destpê kir. Nîqaşa devkî piştî demeke kurt veguherî pevçûnê. Li gor agahiyên destpêkê, ji cemaeta Şêx Xeyrî 2, yek jê sivîl û yek ji hêzên Zîrevan bi giştî 4 kes hatine kuştin. Hat ragihandin ku herî kêm 4-5 kes jî birîndar bûne.