Civyan: Divê civaka me ya Êzidî vegere Şengalê
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan: Girîng e civaka me ya Êzidî ya koç kiriye, vegere. Bi taybetî em bang li jin û ciwan dikin ku vegerin Şengalê û Şengalê biparêzin.
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan: Girîng e civaka me ya Êzidî ya koç kiriye, vegere. Bi taybetî em bang li jin û ciwan dikin ku vegerin Şengalê û Şengalê biparêzin.
Fermandariyê HPG'ê yê Şengal Egîd Civyan got, "Gelekî ji axa xwe hatibe qutkirin, li ber bê dikeve û ji çanda û cewhera xwe dûr qut dibe, dejenere dibe. Girîng e civaka me ya Êzidî ya koç kiriye, vê rastiyê bibîne û vegere. Bi taybetî em bang li jin û ciwan dikin ku vegerin Şengalê û Şengalê biparêzin."
Fermandar Egîd Civyan ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û anî ziman ku piştî azadkirina navenda Şengalê di 13'ê Mijdarê de, wan niha li aliyê rojhilat û rojava xeteke parastinê ava kirine. Civyan diyar kir ku tevî azadkirina çend gundan hînê 6 gundên mezin ên bi navê Til Senad, Til Qesab, Til Izêr, Girzerek, Koço û Siba Şêx Xidir di destê çeteyan de ne û destnîşan kir ku operasyonên wan ên ji bo rizgarkirina van gundan dewam dikin.
Civyan got, "Heta ku hemû gundên Êzidiyan ên li Şengalê neyên azadkirin, operasyona me naeqede. Heta ku gundên di navbera Şengal û Beecê de neyên paqijkirin, wê gefa DAIŞ'ê ji vê derê dûr nekeve."
Fermandarê HPG'ê yê Şengalê Egîd Civyan ragihand ku di 2 rojên destpêkê yên azadkirina navenda Şengalê de ji ber nêzîkatiyên hêzên pêşmergeyan rageşî rû da û got, "Bi nêzîkatiyên dilnizm ên hêzên me re, ev rewşa aloz ji holê hat rakirin." Civyan da zanîn ku bi awayekî ne fermî hevgirtinek niha heye.
Fermandar Civyan ragihand ku ew niha li navenda bajêr giraniyê didin ser paqijkirina bajêr ji mayînan û hewl didin ji bo mirovên li cih û warên xwe vegerin, tedbîran werbigirin.
Civyan ji bo Şengaliyên ji neçarî koç kirine re ev bang kir: "Gelekî ji axa xwe hatibe qutkirin, li ber bê dikeve û ji çanda û cewhera xwe dûr qut dibe, dejenere dibe. Girîng e civaka me ya Êzidî ya koç kiriye, vê rastiyê bibîne û vegere. Bi taybetî em bang li jin û ciwan dikin ku vegerin Şengalê û Şengalê biparêzin.
Şengal êdî gihaştiye asteke navneteweyî. Cîhan hemû vê bi vî rengî qebûl dike. Li Ewropayê girseyeke girîng a Êzidiyan heye. Ew jî dikarin kampanyayan bidin destpêkirin û rê li ber vegerê vekin. Êdî fêm kirine û tecrûbe kirine ku neteweyek dikare çawa bijî. Herî zêde wan zor û zehmetiyên dîasporayê jiyan. Ji ber vê yekê divê vegerê bixin rojeva saziyên navneteweyî. Ji bo fermana 73'an weke jenosîdê bê qebûlkirin, dikare rolê bilîzin. Hem ji bo vegerê, hem ji bo avakirinê hem jî ji bo rêvebirina xwe bi xwe ya Şengalê, dikarin xebatên dîplomatîk bimeşînin."