Endamê TEV-DEM'ê Zaza li girtîgeha Şamê hat qetilkirin!

Endamê TEV-DEM'ê Heval Zaza yê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin, li girtîgeha Şamê bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Endamê TEV-DEM'ê Heval Zaza yê ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat girtin, li girtîgeha Şamê bi îşkenceyê hat qetilkirin.

Endamê TEV-DEM'ê Heval Zaza yê ku gelek caran ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve hat binçavkirin, li girtîgeha Şamê dihat ragirtin. Zaza ku hînê yek salî bû ji ber ku navê wî 'Kurdistan' bû ji aliyê rejîmê ve hatibû binçavkirin, herî dawî berî salekê hatibû girtin û li girtîgeha Şamê hatibû bicihkirin.

Malbata Zaza îro konê sersaxiyê veda. Rêveberên TEV-DEM'ê û malbatên cangoriyên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dan, serdana sersaxiyê kirin.

BAV ZAZA: EM Ê DI RÊYA RÊBER APO DE BIMEŞIN

Bav Hasan Zaza li konê serxweşiyê axivî û got, "Dewletê, kurê min hînê yek salî bû, ji ber navê xwe Kurdistan bû, xist binçavan. Gelek caran avêt nava zîndanê. Me ti carî serî li ber zextan netewand. Me soz dan ku em ê di rêya Rêber Apo de bimeşin."

CENAZE NEHAT DAYÎN

Dewletê got ku Zaza di 21.11.2015'an de miriye û bi tenê nasnameya wî da malbatê. Cenazeyê Zaza yê ku bi îşkenceyê hat qetilkirin, nayê zanîn li ku derê ye.

Serdanên serxweşiyê dewam dikin.

...