Topa hawanê ya çeteyan teqiya: Zarokekî jiyana xwe ji dest da
Ji ber topeke hawanê ya çeteyên DAIŞ'ê ku di dema êrîşa li hemberî Kobanê de avêt, lê neteqiya, duh bi zarokekî 12 salî teqiya.
Ji ber topeke hawanê ya çeteyên DAIŞ'ê ku di dema êrîşa li hemberî Kobanê de avêt, lê neteqiya, duh bi zarokekî 12 salî teqiya.
Zarokê bi navê Cemal Îbarhîm Derwîş (12) duh ji ber teqînA topeke hawanê ku li pey çeteyan maye, jiyana xwe jidest da. Zarok li gundê xwe Ewniyet Aşimê 28 km li başûr Kobanê dema ku li ber pezê xwe bû, ev top dîtiye. Dema ku hewl daye pê bilîze pê de teqiyaye û jiyana xwe jidest daye.
Çeteyên DAIŞ’ê ku bi top û çekên herî giran êrîşî Kantona Kobanê kirin, gelek top û mayîn li pey xwe bicih kirin. Ev yek jî bûye sedem ku heta niha gelek welatiyên sivîl ên gundên herêmê jiyana xwe jidest bidin.
Rêveberiya hêzên Asayîşa Kobanê beriya niha welatiyên herêmê bi vê yekê hişyar kiribû ku haya wan ji wan hebe, dema ku tiştekî wiha dîtin jî bila hêzên Asayîşê agadar bikin.