Êzidiyên li Çiyayê Şengalê salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin
Êzidiyên li Çiyayê Şengalê dijîn, 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kirin û xwestin, gerîlayên Kurdistanê wan her biparêzin.

Bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, dayika bi navê Hediye ya Êzidî ji me re axivî û got, "Ez, salvegera damezrandina PKK'ê pîroz dikim. Ya ji dest hat kir. Di ber me de şehîd dan. Rê li be civaka Êzidî vekirin. Ji her alî ve alîkarî dan me. Keçên me, zarokên me rizgar kirin. Piştî vê keda mezin, em dixwazin PKK li Şengalê bimîne. Ez vê rojê li PKK'ê û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikim."
'NÊRÎNA PKK'Ê BANDOR LI ME KIR'
Alî Şabo jî da xuyakirin ku beriya niha wan PKK nas nedikir, bi tenê di televîzyonê de didîtin û anı ziman ku nêrîna PKK'ê bandor li wan kiriye. Şabo got, "Me berê qet nas nedikir. Bi rêya televîzyonê me hienkî nas dikir. Mîna civaka me ya Êzidî a li vê derê dibêje; ez jî salvegera damezrandina partiya hevalan pîroz dikim. Bi her awayî alîkarî dan me. Em bi tenê nehiştin. Hin hêzan em terikandin, lê belê PKK bi hawara me ve hat, em rizgar kir û barê me hilgirt. Gelê me yê li vî çiyayî dimîne gelekî baş dizane ku partiya hevalan alîkarî daye me. Em dixwazim ew her tim li cem me bin. Nayê qebûlkirin ku bê xwestin; yên em terikandine bên, yên alîkariyê didin me jî biçin. Ez hêvîdarim ku wê her timî serketî bin û her tim bi me re bijîn."