Qirkirina siyasî didome: 5 binçavî

Li Colemêrg, Wan û Erziromê 5 kes hatin binçavkirin.

Hikûmeta AKP’ê di çarçoveya konsepta şer de operasyonên qirkirina siyasî didomîne. AKP, li bajarên Kurdistanê li aliyekî ku komkujiyên sivîlan didomîne, li aliyekî serî li binçavkirin û girtinan dide.

COLEMÊRG

 Li Colemêrgê di serdagirtina malan de 2 ji wan zarok 3 kes hatin binçavkirin.

Li Colemêrgê polîs û tîmên taybet di saetên sibehê de li taxên Kiran, Berçelan û Bîçerê bi ser malan de girtin. Di serdagirtinan de, li Taxa Bîçerê R.O. (17), li Taxa Berçelanê B.T. û li Taxa Kiranê jî Sedat Çalli hatin binçavkirin. Di serdagirtinên malan de lêgerîn hate kirin û her wiha deriyên kîler û malên tenûrê jî hatin şikandin.

Welatiyê bi navê Celal Ozdemîr ê li Taxa Bîçerê bi ser mala wan da hate girtin, bertek nîşanî polîsan da û got "Ev 3 car in bi ser mala min de digirin. Li jora me mala birayê min heye û mala wan vala ye. Polîs, bêyî destûr hebe mala birayê min jî geriyan."

Ji 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehat zanîn, Çalli birin Midûriyeta Emniyetê ya Colemêrgê, R.O., û B.T. jî birin Şaxa Zarokan a Emniyetê.

WAN

Li navçeya Seray a Wanê welatiyê bi navê Ersîn Akatay, li Erziromê û rêvebirên DBP'ê Çetîn Gozmen hatin binçavkirin. Li Tatosê jî 5 welatiyên ku di 17'ê Tebaxê de hatin girtin, serbest hatin berdan.

Li navçeya Seray a Wanê ev 2 roj in tedbîrên ewlehiyê yên polîsan berdewam dikin. Polîsan navçeyê dorpêç kirine û li gel kontrolên nasnameyan, lêgerînan jî dikin.

Di dema kontrolan de, welatiyê bi navê Ersîn Akatay hate binçavkirin. Sedema binçavkirina Akatay nehat zanîn û li navçeyê tedbîrên awarte berdewam dikin.

ERZIROM

Li Palandokenê rêveberê DBP'ê hate binçavkirin

Li navçeya Palandoken a Erziromê jî di saetên sibehê de polîsan bi ser mala rêveberê DBP'ê ya bajêr Çetîn Ozmen de girtin. Di serdagirtinê de mal hate tevlihevkirin, heqaret li endamên malbatê hate kirin. Gozmen ê ku hate binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr.

LI TATOSÊ 5 KES HATIN TAHLIYEKIRIN

Her wiha, li navçeya Tekmanê ya Erziromê, welatiyên bi navê Yilmaz Çelîk, Yavuz Beykoy, Hakan Ozdemîr, Fesîh Kanmaz û Ekrem Deger ên di 17'ê Tebaxê de bi îdîaya "endamê rêxistinê ne" hatibûn girtin, derxistin danişîna yekem a dozê. Her 5 welatî piştî parastina xwe kirin ji aliyê dadgehê ve hatin tahliye kirin.