Yûsif: HSD bû hêviya jiyana bi hev re ya gelan

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif da xuyakirin, ku avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi ser ketina pêngava Holê, HSD kir hêviya jiyana bi hev re li dora nirxên hevpar û demokratîk ên gelên Sûriyeyê.

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif  da xuyakirin, ku avabûna Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û bi ser ketina pêngava Holê, HSD kir hêviya jiyana bi hev re li dora nirxên hevpar û demokratîk ên gelên Sûriyeyê. Yûsif rojeva heyî ji ANF'ê re nirxand.

Yûsif bal kişand ser girîngî û taybetmendiya pêngava azadkirina bejahiya başûrê Hesekê û qada Holê û got, "Bi pêngava HSD'ê re paqijbûna van herêman ji çeteyên DAIŞ'ê, gel gelekî kêfxweş kir. Her wiha berxwedana hêzên HSD'ê û şikestina çeteyên DAIŞ'ê li Rojava, bi vê pêngavê re derket asta herî bilind. DAIŞ'ê bi derbên ji vê pêngavê xwarî re, hêza xwe ya psîkolojîk gelekî winda kir. Ruhê berxwedanê yê bi pêşengiya YPG/YPJ'ê, pêngav bi ser xist. Bi windahiyeke kêm re serketin bi dest ket."

Yûsif ragihand ku azadkirina navçeyên Hol, Xatûniye û herêma Melebiyê bi azadkirina Şengale re serketineke mezin e û got, "Ev yek, ji bo azadkirina û parastina herêma me, gaveke gelekî stratejîk e.

Bi vê pêngavê re, ji bo avabûna Sûriyeyeke demokratîk li ser bingeha yekîtiya gelan, hêvî afirîn. Avabûna HSD'ê û piştre bi serxistina pêngavê, di nava gelê me de rê li ber hêviyeke mezin vekir. Nêzîkatiyên bi nêrînên teng ên neteweperestiyê ji holê rakir. Avabûna HSD'ê, hêviyên ji bo rizgariya ji çeteyan û avabûna Sûriyeyeke nû afirand.

'MAFÊ TIRKIYEYÊ NÎNE DEST LI WELATEKÎ LI DERVEYÎ XWE WERDE'

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif bal kişand ser helwest û êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojavayê Kurdistanê û ev nirxandin kir:

"Nêzîkatiyên dewlet û rayedarên Tirk zelal din, dibêjin, ku ew ê bi ti awayî destûrê nedin statuyeke Kurd a li Rojava. Ji bo statuyek ava nebe demeke dirêj e destek dan hemû komên terorîst. Komên terorîst bi desteka ji dewleta Tirk wergritî re êrîşî Rojava dikin û komkujî kirin. Helwesta dewleta Tirk a li dijî statuya Rojava bi tena serê xwe sûc e. Mafê xwe nîne ku dest li welatekî li derveyî xwe werde.

Niha jî Tirkmenan weke hincet nîşan didin û dest li Cerablûs-Ezazê werdide. Statuya li Rojava ava bûye, xweseriya demokratîk e. Di nava vê statuyê de hemû gel cih digirin. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk li ser dijminatiyê nêzî Rojava dibe û êrîşan dike. Li ser sînor bi dehan welatiyên Rojava qetil kir, îşkence li ciwanan kir. 

Piştî ku Girê Spî û Eyn Îsa hatin azadkirin, bi çekên giran timî êrîşî çeperên YPG'ê yên li van herêman dike. Dewleta Tirk ji aliyekî ve di qada siyasî de hemû derfetên xwe bi kar tîne û ji aliyê din ve jî bi hewldan û çalakiyên xwe re hewl dide provokasyonan derxîne."

Yûsif ragihand ku êrîşên li hemberî Suriye û rêveberiya demokratîk a Rojava bi ti awayî ne rast in, ne hiqûqî ne û xizmetê ji aştiya herêmê re nake. Yûsif got, "Bi avabûna HSD'ê re gelan peyamana jiyana bi hev re afirandin. Ev hemû gel dikarin bi vîna xwe ya azad xwe biparêzin, biryarên xwe yen siyasî bidin. Divê Tirkiye hurmetê nîşanî vê bide.

Em bi dewleta Tirkiyeyê re ji aliyê sînoran ve cîran in. Destwerdana dewleta Tirk li sînoran wê hem zerarê bide herêmê, hem jî re li ber pirsgirêkên nû veke. Ji ber ku gelê herêmê destwerdana dewleta Tirk qebûl nake."

'GELÊ HERÊMÊ Û RÊVEBERIYA XWESER XWEDÎ MAFÊ XWEPARASTINÊ NE'

Hevseroka Kantona Cizîrê Hediye Yûsif diyar kir ku hêzên koalîsyona navneteweyî ya li dijî çeteyan hatiye avakirin, li hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng e û got, "Êrîş û nêzîkatiyên dijminane yên dewleta Tirk pêşî li bicihbûna aramî û îstikrara li herêmê digire. Aliyê ku divê li ser bê rawestîn ev e. Em êrîşên dewleta Tirk şermezar dikin. Jİ van êrîşên dewleta Tirk, gelê herêmê zerarê dibîne. Eger êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî berjewendiyên Rojava bidome, divê were zanîn ku li ser bingeha xweparastinê gelê herêmê û rêveberiya xweser xwedî mafê xweparastinê ye."