Bi wesîleya 37. salvegera damezrandina PKK'ê, Endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan bû mêvanê bernameya 'Soz ve Otesî' ya MedNûçe û der barê berxwedana li Kurdistanê de daxuyaniyên girîng da.
Karayilan da xuyakirin ku gelê Kurdistanê şerekî mezin ê vînê dimeşîne. Karayilan ragihand ku divê her kes li dora vê berxwedanê bicivin û nêrîna xwerêveberiyê li ser Tirkiyeyê ferz bikin.
Karayilan diyar kir ku girîng e civaka Kurd a li ber xwe dide û hêzên demokrasiyê yên li Tirkiyeyê piştgiriya hev bikin.
Karayilan got, "Mirovên me yên 77 salî, dayikên 5-6 zarokan şehîd tên xistin. Her roj li bajarên Kurdan cenaze tên rakirin" û destnîşan kir ku di rewşa heyî de qirkirinek li hemberî Kurdan tê meşandin.