KCB'ê 37. salvegera damezrandina PKK'ê pîroz kir û got, "Weke gelê Asûrî-Suryanî ku xwedî heman çarenûsa gelê Kurd in, me di xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de her tim destekek mezin ji PKK'ê dîtin."
Kongreya Gel a Mezopotamyayê (Kongre Camayto D'Behtnahrîn-KCB) daxuyaniyeke nivîskî weşand û 37. salvegera damezradina PKK'ê di serî de li Sekreterê Giştî yê Damezrîner Abdullah Ocalan li endamên Komîteya Navendî, hemû kadro û xebatkarên wê û tevahiya gelên bindest ên Rojhilata Navîn pîroz kir.
Di daxuyaniya KCB de hat gotin, "PKK a ku ji Enqereyê bi rê ket û dema berê xwe da Kurdistanê pêl bi pêl mezin bû, pêşengî kir ku gelê Kurd îro di rojeva dewletên cîhanê de be. Di nava berdêlên giran ên vê têkoşînê daye de, hejmareke zêde ya şoreşgerên enternasyonalîst ên ji gelek gelên cuda jî hene.
Tevgereke welê ye ku ji dema damezrandina xwe û vir ve bi girîngî nêzî biratiya gelan bûye û ev yek li her qadê îspat kiriye. Weke gelê Asûrî-Suryanî ku xwedî heman çarenûsa gelê Kurd in, me di xebatên xwe yên siyasî û rêxistinî de her tim destekek mezin ji PKK'ê dîtin. Beriya damezrandina PKK'ê, hêzên mêtînger gelê me û gelê Kurd hem ji hev xerîb kir hem jî bingeh amade kir ku li hemberî hev rabin. Lê belê bi avabûna PKK'ê re ev lîstik têk çûn. Mirovên duh silav nedidan hev, îro li saziyên vê tevgerê yên li welêt û dîasporayê, mil bi mil têdikoş in.
Em 37. salvegera damezrandina vê partiya enternasyonalîst careke din pîroz dikin û bawer dikin ku bi têkoşîn û stratejiyên xwe yên nû re wê her tim ji bo gelên Rojhilata Navîn hêvî be."