BI DÎMEN

Gelê Nisêbînê: Em ê ti carî serî netewînin

Gelê Nisêbînê piştî qedexeya 14 rojan a li Nisêbînê berdewam kir axivî, destnîşan kirin ku wê li hember êrîş û qedexeyan serî netewînin.

Gelê Nisêbînê piştî qedexeya 14 rojan a li Nisêbînê berdewam kir axivî, destnîşan kirin ku wê li hember êrîş û qedexeyan serî netewînin û wiha gotin: “Em li hember tevahî êrîş û qedexeyan li ser piyan e, em ê dewletê nexin taxên xwe.”

Nisêbîniyan diyar kirin ku wê ti caran qedexeya kolanan nas nekin, ragihandin ku wê qedexeya kolanan li kolanan pêşwazî bikin.

Piştî qedexeya li Nisêbînê 14 rojan berdewam kir û di dîroka welat de qedexeya herî dirêj hat qeydkirin, li taxên xwerêveberî hatine îlankirin biryardarî û israra dewamkirina berxwedana xwerêveberiyê balê dikşîne. Emîne Kûlak, Emîne Akyuz, Taybet Aykût, Ayşe Aydin û Alî Ozden ên li taxên Firat, Dîcle, Yenîşehîr û Newroz ku cihên êrîş û qedexe lê herî dijwar bibûn dijîn, bûyer û berxwedana xwerêveberiyê ji ANF’ê re vegotin.

‘ÊDÎ EM AZAD IN, TI KES NIKARE ME TÊK BIBE’

Emîne Kûlak: Axa me ye, em li ser axa xwe dijîn, heta dilopa xwîna xwe ya dawî jî em ê li ser axa xwe bijîn. Ez bi 5 zarokên xwe ve 13 rojan di bin derenceyekê de me xwe veşart. Erdogan çi ji me dixwaze? Pere, pûl, mal, mulk, qesr çêkirine, çi ji me dixwaze. Me neçû li ser axa ti kesî din xwerêveberî îlan nekir, me li ser axa xwe îlan kir. Eger difikire ku wê karibe îradeya gelê Kurd bişkîne, xwe dixapîne. Em ê vê axê rizgar bikin. Yek ji me şehîd bibe jî bi dehan ên bikeve şûna me hene. Nikarin gelê Kurd têk bibin. Em êdî azad bûn, êdî gelê Kurd azadiya xwe bi dest xistiye, wê ti kes nikaribe vê ji dest me bigire.

Di destên me de çek tineye, bi tank û topan êrîşî me dikin. Psîkolojiya zarokên me xera bû. Davûtoglû dibêje, ‘Birayê min ê Kurd’, kanî biratî. Em neçûne me axa wan dagir nekiriye. Ê hatine Kurdistanê, di axa me de dagirkeriyê pêk tînin ew in. Em ê dest jê bernedin, ti carî dest jê bernedin. Heta em azad bibin em ê dest jê bernedin.

‘EM Ê ÊDÎ QEDEXEYA KOLANAN NAS NEKIN’

Emîne Akyuz: Duh tevahî êvarê bi çekên giran êrîşî me kirin. Me qedexe nas nekir û em daketin kolanan, em êdî ti carî nema qedexeyan nas dikin. Em ê êdî qedexeyê kolanan ê dewletê nas nekin. Bila Erdogan zarokên xwe bişîne şer, bila zarokên kesî din neşîne şer. Em zarokên xwe re li pêşberî tank û topan li ber xwe didin. Erdogan zavayê xwe dike wezîr, ji zarokên xwe re serwetê kom dike, ê me jî êrîşî me dike. Tu dizî Erdogan, bi diziyê tu bû desthilat, te dengê vî gelî jî dizî û tu bû desthilat, bi derewan, hîleyan bû desthilat. Lingê te gihişt heta ku bavêje, tu çi dike bike, em ê dest ji azadiya xwe bernedin.

‘EM Ê LI SER ŞOPA ŞEHÎDÊN XWE BIN’

Ayşe Aydin: Me dest ji malên xwe bernadan, ciwanên me, pîrên me hatin qetilkirin, lê dîsa me li ber xwe da. Her roj me çalakî li dar xist, çalakiyên dengderxistinê pêk anî. Bombe avêtin, me serî li hember bombeyên wan netewand. Em ê meşa xwe ya li ser Rêbertiya xwe, şehîdên xwe, gerîlayên xwe bidomîne.

‘LI VIR NE GERÎLA, GEL LI BER XWE DIDE’

Taybet Aykût: Bila Erdogan dest ji qetilkirina zarokên Kurdan berde, em ji Erdogan natirsin, bi qetilkirinê, qetilkirina zarokên me nikare me bitirsîne. Bila ji xwe re welatên din mînak bigire, hikûmetên welatên din li ser fezayê xebatan dimeşîne, Erdogan ji me re tank, top û komkujiyan tîne. Erdogan zarokan qetil dike, ev 14 roj in elektrîk tineye, av tineye, gel ji ber nexweşiyan zehmetiyan dikşîne. Dewlet nikare bikeve taxên me, teqez nikare bikevê. Li vir gerîla tineye, gel heye. Erdogan bi derewa, “Gerîla heye” bila komkujiyan pêk neyne. Em hemû gelên van taxan in. Em li vir dijîn.

Erdogan nikare me têk bibe, em ê serî li hember Erdogan netewînin, heta dilopa dawiya xwîna xwe em ê li ber xwe bidin. 14 rojan pitikan, zarokan çi jiya, çi kirin, birçîtî, serma, nexweşî, me hemû dîtin. Lê me dîsa jî serî netewand. Em ê serî netewînin.

Erdogan wê ji wê Qesrê bikeve, wê ji wê koltixê bikeve. Tiştên kiriye wê li cem wî nemîne. Gelê Nisêbînê ev der terk nekir. Me li van kolanana xwîna xwe rijand, ma ewqasî hêsan e wê me ji vê derê derxe, jiyanek koledarî bispêre? Em natirsin, em ê netirsin jî. ‘Bijî Kurdistan’, ‘Bijî Berxwedana Kurdistan’.

‘EM Ê NETERIKÎNIN’

Alî Ozden: Gelê Nisêbînê ev 14 roj in di bin bomberdûmanê de ye, şev û roj êrîş nesekinîn. Jixwe em ê jî li ber xwe bidin. Em ji derveyî berxwedanê ti rêyên din nafikirin. Em ê li vir li taxên xwe bimînin, em ê neterikînin. Em ê li cem ciwanên xwe bin.

...