FEDA: Em roja vejîn û rizgariyê pîroz dikin

FEDA'yê bi daxuyaniyeke nivîskî salvegera 37. a damezrandina PKK'ê pîroz kir.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), li ser 37. salvegera damezrandina PKK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, " Em careke din Rêberê neteweya demokratîk Ocalan ê ku ev tevger derxist holê û diyarî mirovahiyê kir,hemû şehîdên azadiye yên gelên Mezopotamya û Anatoliyê bi rêzdarî silav dikin."

FEDA'yê li ser navê civakên Elewî, Sersor, Rêya Heq, 37. salvegera damezrandina PKK'ê, salvegera vejînê ya tevgera Med a hemdem pîroz û silav kir.

FEDA'yê ragihand ku tevgera PKK'ê bûye tevgera hemû gel, bawerî û nasnameyan û bi vê armanca xwe re pêşî li parastin û azadiya hemû mirovahiyê vekiriye.

FEDA'yê da xuyakirin, ku vê tevgerê ji felsefeya heqîqatparêzên Pîr Sûltan, Yûnûs Emre, Baba Îshak, Şêx Bedrettîn, Hallaci Mansûr, Dayika Fatma, Dayika Elîf, Dayika Zuhreyan, Seyîd Riza, Elî Şêran sûd wergirtiye û ji bo bibe Derwêşên gelên qedîm ên Mezopotamya û Anatoliyê, ji xwe re gotiye ku tevgera hemû gel û baweriyên qedîm e.

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin ku tevgera PKK'ê, pêşî li pêkhatina hêviyên rizgariyê yên heqîqatparêzên Mezopotamya û Anatoliyê vekiriye hat gotin, "Li dijî barbarî, zilm, zalimtî û faşîzmê, dem hatiye ku sersorên Elewî, baweriya xwe ya azadiyê biparêzin û bidin jiyîn. Em di demên welê de dijîn ku hemû nirxên xwe yên baweriyê gav bi gav ber bi rizgarbûnê ve dibin. Yek ji van gel û civakên ber bi rizgariyê ve diçe em civaka Sersoren Elewî ne. Mafê berxwedanê cewher û kabeya Sersorên Elewî ye. Mirovbûyîn, berxwedan e, ev gotin herî zêde ji bo Elewiyên Sersor gotineke pîroz e. Li ku derê zilm hebe, li wir serhildan û berxwedan derketiye holê. Elewî li ser rêya heq e. Girîng e tevahiya civaka Elewî vê fêm bike û li hemberî êrîşên li dijî baweriya xwe, divê bi xwerêxistinê bi xweparastinê bisekinin û wezîfeya xwe ya pîroz bi cih bînin. Careke din li ser navê Sersor û civaka bawermendên Rêya Heq en Mezopotamya û Anatoliyê, 37. salvegera PKK'ê, roja vejîn û rizgariyê pîroz dikin."