Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê: Çiyayê Kolikê hat azadkirin

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku çiyayê Kolikê hatiye azadkirin û bi awayekî zelalî hatiye tespîtkirin ku di encama operasyona li vir de 49 çete hatine kuştin.

Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da xuyakirin ku çiyayê Kolikê hatiye azadkirin. Di daxuyaniya fermandariyê de hat gotin, "Operasyonên di 8'ê Cotmehê de ji Geliyê Şîlo heta Barê li qadeke berfireh tên meşandin, di qonaxa destpêkê de bi azadkirina Geliyê Şîlo re gihaşt encameke girîng. Di qonaxa duyemîn de hat xwestin ku gundên li rojavayê Şengalê bên azadkirin û bi azadkirina 6 gundên li vê derê de pêşketineke girîng bi dest ket. Di qonaxa sêyemîn de jî, li hemberî çiyayê Kolikê yê di navbera Şengal û Çiyayê Kizwan de ye, hêzên me yên berxwedanê bi tevlîbûna hêzên YPG/YJA Starê re serketineke girîng bi dest xistin û çiyayê Kolikê azad kirin."

YBŞ'ê da xuyakirin ku di vê operasyonê de lehengî û berxwedaneke mezin hatiye nîşandan. Fermandariya Giştî ya YBŞ'ê da zanîn ku di vê operasyonê de bi awayekî zelalî hatiye tespîtkirin ku 49 çete hatine kuştin û cenazeyên 31 çeteyan hatine desteserkirin.

YBŞ'ê diyar kir ku di operasyonê de şervanekî wan jî birîndar bûye û gelek malzemeyên leşkerî hatine desteserkirin.

MALZEMEYÊN HATINE DESTESERKIRIN

Li gorî daxuyaniyê, malzemeyên hatine desteserkirin bi vî rengî ye:

"1 çeka Aspîcîna û 6 roketên wê,
1 hawana 82'yî û 35 guleyên wê,
2 hawanên 60'î û 33 guleyên wê,
1 hawana 120'yî û 16 guleyên wê,
2 dokçkayên 12.5'î, 10 qutî fîşekên wê û 2 zincîrên wê yên 70'yî,
3 çekên BKC, 5000 hezar fîşek û 10 zincîrên wê,
3 çekên B-7, 10 roket û haşweya wê,
10 çekên kleşê, 2000 hezar fîşek, 50 jarjor û 4 rextên wê,
2 çekên Karnas,
2 debance,
30 narincok,
3 cîhazên biçûk,
1 dûrbîna bi rojê,
Wesayîteke întixarî ya hat mayinkirin."