Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel a ji nêz ve bû şahida berxwedana xwerêveberiyê destnîşan kir, ku ragihandina xwerêveberiyê li dijî siyaseta înkar û tinekirinê ya dewletê, berxwedana gel e. Demîrel got, "Xendek ji bo dewletê hincet e. Lê ya esasî, hewldana ji bo şikandina berxwedana gel, şikandina rûmeta gel e."
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Çaglar Demîrel, rewş û bûyerên ji 7'ê Hezîranê û vir ve li heremê diqewime, ji ANF'ê re nirxand.
Demîrel da xuyakirin ku li dijî gelê Kurd, şerekî ji polîtîkayên înkar û tinekirinê yên salên 1990'î dijwartir tê meşandin û anî ziman ku pratîkên xwerêvebirinê, li dijî siyaseta înkar û tinekirinê ya dewletê, berxwedana gel e. Demîrel got, "Kurdên li Rojava nîşan dan ku nabe ew bê statu bimînin. Kurdên li Tirkiyeyê jî bi xwerêveberiyan re beyan kirin ku ew ê zextên dewleta Tirk qebûl nekin û bê statu nejîn."
Demîrel êrîşên leşkerî û siyasî yên piştî 7'ê Hezîranê zêde bûn bibîr xist û got, "Gel nîşan da ku ew ê van êrîşan qebûl neke. Gel got, 'Tu êdî nikare deriyê mala min bişikîne, bin bigire binê çavan, îşkenceyê bike û bigire'. Gel biryar da ku bi çi rengî dixwaze li taxa xwe bijî û ev yek xist meriyetê."
'XENDEK JI BO DEWLETÊ HINCET E'
Demîrel da zanîn ku gel bi xweparastinê bersiv daye êrîşên dewletê yên li hemberî îlanên xwerêveberiyê û got, "Gel dixwaze xwe biparêze. Naxwe polîs û leşker li gorî dilê xwe bikevin nava kolanan, îşkence bikin û mirovan bigirin. Mijar ne xendek e. Panela Hevbedevka me ya HDK'ê Sebahat Tûncel û Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek a li Zanîngeha Stenbolê ya li ser rêveberiyên herêmî hat betalkirin. Gelo di vê bernameyê de xendek hebû? Xendek ji bo dewletê hincet e. Esasê rewşê; hewldana ji bo şikandina berxwedana gel, şikandina rûmeta gel e."
Demîrel mirovên li herêmê dijîn dibêjin "Navê vê yekê darbe ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Piştî qedexeya derketina derve, xetên telefon, elektrîk û avê tên birîn. Înternet nîne. Qadeke ji bo jiyanê nahêlin. Ji gel re dibêjin, 'Eger tu derkeve derve wê sekvan te bikuje. Li nava mala xwe bimîne, li hundirê mala xwe bê ragirtin'. Sîstemeke girtîgeha malê li ser gel tê ferzkirin. Dewlet dibêje, 'Li mala xwe bimîne, lê belê dema ez bixwazim, ez ê bi tank û topên xwe mala te jî hilweşînim'. Gel vê nêzîkatiyê qebûl nake. Gel li wê derê li ber xwe dide, xwe diparêze. Pêwîste mirov sedemên vê berxwedanê fêm bikin û hêzeke çareseriyê biafirînin."
'WALÎ HENE NIKARE BI POLÎSAN'
Demîrel anî ziman ku erk hemû di destê polîs û leşker de ne û got, "Nukhmet ku weke dekana Zanîngeha Bogazîçî wezîfeyê dike, ji bo lekolînekê hat Dêrikê. Li navçeyê derketina derve hat qedexekirin. Akademîsyen ji ber vê yekê li taxeke Dêrikê asê ma. Ji bo karibe ji malê derkeve, me gelek caran hevdîtin kir. Lê belê ji qeymeqam nehat ku însiyatîfekê nîşan bide. Walî û qeymeqam hene ku nikarin bi polîs û leşkeran."
Parlamentera HDP'ê Çaglar Demîrel diyar kir ku ew heta dawiyê li cem berxwedana gel in û got, "Berxwedana gel mafdar û girîng e. Em dixwazin daxwaza xwerêvebirinê ya gel bê dîtin. Girîng e bi hikûmeta nû hatiye avakirin re ev pêvajo bibe pêvajoyeke muzakereyê. Divê daxwazên gelê Kurd ji nû ve bên nirxandin û guhertineke destûra bingehînî di vî warî de were kirin. Naxwe pêvajo wê rê li ber êş û azarên mezin veke. Ev yek salekê jî, du salan jî dewam bike, desthilatdarî neçar e li dora maseyê rûnê. Çareserî li dora maseye ye, di muzakereyê de ye, bi destpêkirina diyalgoa bi Birêz Ocalan re ye."
Demîrel destnîşan kir ku gel wê ji niha û pê ve jî serî netewîne û got, "Yê di bin ve de bimîne, wê hikûmeta AKP'ê be."