BI DÎMEN

Gerîla: Em deyndarên şehîdên Kurdistanê ne

Gerîlayên HPG/YJA Star têkildarî 37. salvegera damezrandina PKK'ê hest û nêrînên xwe ji ajansa me re vegotin.

JÎNDA BÊRÎTAN: Ez vê rojê di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li şervanên azadiyê yên li çiyê û bajaran û tevayî enternasyonalîstan pîroz dikim. Ez roja vejînê ya gerîlayan pîroz bikim. PKK tevgereke berxwedan û têkoşînê ye. Ev têkoşîn 37 sal in hebûna xwe didomîne, lewma em niha li çiyayên Kurdistanê ne. Ji bo min PKK di serî de lêgerîn e. Lêgerîna azadiyê, lêgerîna jiyaneke bi rûmet e. Lewma em li vir li ber xwe didin. PKK tevgereke enternasyonalîst e û aliyê wê yê herî zêde ez bandor kirim ev e.

HARÛN MÛNZÛR: 37. salvegera damezrandina PKK’ê di serî de li Rêber Apo, gelê Kurd, ciwanên li Cizîrê, Nisêbîn, Farqînê li ber xwe didin pîroz be. Eger mirov jiyana Kurdan a berî PKK’ê binirxîne, beriya PKK’ê hebûna gelê Kurd a li çar parçeyan di nav şaşiyeke mezin de bû. Li aliyekî dewletên wek Îran, Sûriye, Tirkiye û Iraq Kurd asîmîle dikirin û dixwestin bikin mêtingeh. Di dîroka Kurdistanê de li hember polîtîkayên asîmîlasyonê serhildan çêbûn. Lê bi awayekî hovane hatin ser van serhildanan. Lê berxwedana ku îro PKK’ê da destpêkirin, 37 sal in tevî êrîşan jî têkneçûna xwe îspat kir.

Bi damezrandina PKK’ê re li Kurdistanê rastiya jin jî hat naskirin. Cihê jinê yê di nav civakê de hat dîtin ku nev bi rastiya Rêber Apo, keda şehîdan û têkoşîna PKK’ê pêk hat.

BARAN HÎNDES: Rastiya jiyana li ser axa xwe, bi nasnameya xwe, bi çanda xwe, bi saya rastiya PKK’ê pêk hat. Divê mirov Rêber Apo yê hatina me ya vê pêvajoyê de ku para wî ya herî mezin heye ji bîr neke. Di pêvajoya em gihiştinê de sekn û têkoşîna Rêber Apo herî diyarker e. Îro di 37. Salvegera Damezrandina PKK’ê de diyariya herî mezin a em bidin Rêber Apo azadiya wî ye. Wek gerîla, gel û mirov divê em vê azadiyê pêk bînin.

HÎVA AZAD: Damezrandina PKK’ê di serî de li Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, hemû gelê Kurd û tevayî mirovatiyê pîroz be.  Têkoşîna PKK’ê ji bo têkoşîna civakên bindest bû hêviyek. Pêwîst e rejîma vê baş zanibe, êdî kes nikare gelê Kurd di bin esaretê de bihêle, gelê Kurd bi Rêber Apo re her roj nêzî azadiyê dibe. Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê pêwîst e bi dîtina vê rastiyê re tevlî nav refên PKK’ê bibin û vê têkoşînê pêş bixin. Divê êdî em Rêbertiya xwe û welatê xwe azad bikin.

SARYA BARAN: Bi PKK’ê re gelê Kurd ji nû ve çêbû. PKK têkildarî jina Kurd û têkoşîna jin rolek pir girîng lîst. Wek jinên Kurd jî eger em damezrandina PKK’ê binirxînin, vejîneke pir pîroz e. Em deyndarên Sarayan û şehîdên Kurdistanê ne.

EGÎD: Li Kurdistanê piştî tiştên îlana komarê rû dan pêkanînên derveyî mirovatiyê ne. Di nav gel de cendereyeke mezin a tirsê hat avakirin. Tevgerên şoreşger ên li Tirkiyeyê hatin gel hev, her çiqasî hêviyên gelên Kurdistanê heşîn kirin jî nebûn bersiv. Tam jî di vê xalê de derketina tevgereke weke ya PKK’ê bû wesîlaya ku hêviyên gelên Rojhilata Navîn heşîn bibin.

ZOZAN ÇERKEZ: Tevgera PKK’ê tevgereke ku ji bo gelê Kurd qedera xwe, mafên xwe, zimanê xwe û axa xwe derketiye holê. Lê ti carî xwe bi vê sînor nekiriye. Bûye tevgereke ku xwe derbas kiriye.

HUSEYÎN KURECÎK: Derketina PKK’ê li hemû cîhanê guhertinên mezin ava kir. Rastiyeke ku mêtinkariyê xwe li Kurdistanê ferz dikir, dagirkeriya xwe pêş xistibû, nasnameya gelê Kurd dihat înkarkirin, di serî gelê Kurd navê ti gelan nedihat ziman hebû. Di pêvajoyeke wiha de PKK derket. Ev rewş piştî PKK’ê guherî.