Li Nisêbînê gel li dijî êrîşan nobedê digire

Li Nisêbînê, ku qedexeya derketina derve û êrîşan 14 rojan dewam kirin, şêniyên navçeyê li hemberî dorpêçiya tîmên taybet a wesyîtên zirxî, agir dadan û heta ber destê sibehê nobed girtin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, tevî ku rewşa awarte ya 14 rojan hat rakirin jî, dorpêçiya polîsan heta danê sibehê dewam kir.

Polîsan li dora taxên Firat, Abdulkadîrpaşa, Dîcle û Yenîşehîrê bi dehan wesayîtên zirxî geriyan û tax dorpêç kirin. Gel jî li hemberî êrîşên gengaz agir dada û nobed girt.

Girseya gel a li Mala Serxweşiyê ya li Taxa Firatê hat cem hev, ku Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengîz KKok, rêveberên DBP û HDP'ê jî hebûn, tevî hewa sar jî heta danê sibehê li ber xwe dan.