Kaya: Em ê êdî qedexeyan nas nekin, bila dewlet hurmetê nîşanî vîna gel bide
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve li Nisêbînê bi ti awayî li qedexeya derketina derve tevnegerin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve li Nisêbînê bi ti awayî li qedexeya derketina derve tevnegerin.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya destnîşan kir, ku ew ê ji niha û pê ve li Nisêbînê bi ti awayî li qedexeya derketina derve tevnegerin. kaya got, "Ji niha û pê ve eger dewlet rabe derketina derve qedexe bike, em ê jî biherikin kolanan û li kolanan bersivê bidin qedexeyê."
Kaya bibîr xist ku Nisêbîn bi ruhê 90'î li dijî hemû êrîşan rawestiya û banga "hurmetê nîşanî vîna gel bide" li dewletê kir.
Hevşaredara Nisêbînê Sara Kaya piştî rakirina qedexeya li Nisêbînê çavdêrî û berxwedana li navçeyê ji ANF'ê re vegot û diyar kir ku hêzên dewletê zerareke mezin dane Nisêbînê.
Kaya da xuyakirin, ku piştî qedexe di roja 14. de hat rakirin ew çûne taxên êrîş lê giran bûn û got, "Elektrîk av nîne, zerareke mezin lê çêbûye, hatiye bombekirin. Êrîşan şopên kûr li dû xwe hiştine. Lê belê gelê me li ser piyane û heta dawiyê li ber xwe dide."
'NISÊBÎN BI RUHÊ 90'Î LI SER PIYAN E'
Kaya anî ziman ku divê neyê ji bîrkirin; Nisêbîn bajarekî xwedî ruhê berxwedanê yê salên 90'î ye û got, "Gelê Nisêbînê wê bi ti awayî xaka xwe neterikîne. Heta dawiyê wê li ber xwe bide. Di salên 90'î de çawa li ber xwe da, xaka xe neterikand, îro jî wê neterikîne. Ji xwe di nava dema qedexekirina derketina derve de, ji navçeya me ya ji 140 hezar kesî, ti kes derneket. Her kesî li ber xwe da."
'SIVÎL JI ALIYÊ HÊZÊN DEWLETÊ VE HATIN QETILKIRIN'
Kaya bibîr xist, ku zarokên gelê Nisêbînê yên di salên 90'î de di nava berxwedanê de ji dayik bûn, îro ji ber terora dewletê jiyana xwe ji dest dan û got, "Hemû sivîl bûn. Hemû jî zarokên taxên lê hatin qetilkirin bûn. Dewletê hemû li ber deriyên mala wan qetil kir. Weke ku tê zanîn yek ji van dayika pênc zarokan Selamet Yeşîlmen bû."
'EM Ê ÊDÎ GUH NEDIN QEDEXEYÊ'
Kaya da zanîn ku Nisêbîn rastî êrîşên bombeyî hatiye, lê ji van êrîşan ti encam bi dest neketine û got, "Eger îro qedexe nehatibû rakirin, saet di 13:00 de ji xwe gel wê li kolanan bûya." Kaya axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji niha û pê ve em ê guh nedin qedexeyê. Ev biryara me ya zelal e, êdî qedexe bê îlan kirin wê gel bibe lehî û biherike kolanan. Em ji tevahiya cîhanê, Tirkiyeyê û gelê Kurdistanê re îlan dikin; eger careke din qedexe bê ragihandin, em ê ti carî lê guhdarî nekin. Eger pêwîst bike em ê hemû bimirin, lê em ê li gorî qedexeyê tevnegerin."
'HURMETÊ NÎŞANÎ VÎNA GEL BIDIN'
Kaya da xuyakirin ku hêzên dewletê nekarîne bikevin nava ti taxên xwerêveberî lê hatine ragihandin û got, "Piştî hemû qedexe û êrîşan em dibînin ku ev rêbaz bi kêr nayê. Hurmetê nîşanî vîna vî gelî bidin. Ji bilî vê ti çare nîne."