Ji artêşa Tirk êrîşa bi obus û hawanan
Êrîşên artêşa Tirk ên obus, hawan û tankan ên li dijî qadên gerîla dewam dikin.
Êrîşên artêşa Tirk ên obus, hawan û tankan ên li dijî qadên gerîla dewam dikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê da xuyakirin, ku roja 27'ê Mijdarê saet di 11:40 de, li hemberî wesayîteke zirxî û leşkerên li dorê kombûyî yên li ber qereqola Bêrox a li herêma Avaşînê, hêzên gerîla çalakiyek lidar xistin. HPG'ê diyar kir ku hejmara kuştî û birîndarên di vê çalakiyê de nehatiye zelalkirin.
HPG'ê ragihand, ku bomberdûmanên li hemberî qadên gerîla jî dewam dikin û ev agahî da: "26'ê Mijdarê saet di navbera 23:30-00:00 de qereqola Tepê Sor a li herêma Metîna; girên Şehîd Şoreş û Şehîd Mazlûm, ji saet 16:00 heta saet 08:00 ê 27'ê Mijdarê (îro) qereqola Mamreş a li herema Avaşînê; qada Mergê bi obus, hawan û tankan bombe kirin."
HPG'ê got, "26'ê Mijdarê saet di navbera 15:00-15:30 de, li herêma Zapê, ji saet 22:00 heta saet 05:00 ê 27'ê Mijdarê (îro), li ser herêma Garê pêgerên hewayî yên bêmirov geriyan û keşif kirin."