Mala PKK lê ava bû ji PKK'ê re hat hiştin
Mala malbata Abdullah û Raziye Zogûrlû, ku kongreya yekemîn a PKK'ê lê hat lidarxistin, ji aliyê malbatê ve ji PKK'ê re hat hiştin.
Mala malbata Abdullah û Raziye Zogûrlû, ku kongreya yekemîn a PKK'ê lê hat lidarxistin, ji aliyê malbatê ve ji PKK'ê re hat hiştin.
Mala malbata Abdullah û Raziye Zogûrlû, ku kongreya yekemîn a PKK'ê lê hat lidarxistin, ji aliyê malbatê ve ji PKK'ê re hat hiştin.
Kadroyên pêşeng ên PKK'ê, bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li mala malbata Zogûrlû ya li deşta Fîsê ya navçeya Amed Liceyê li hev civiyan û di 1. Kongreya 27'ê Mijdara 1978'a de Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) damezrandin. Îsal 37. salvegera damezrandina PKK'ê tê pîrozkirin. Mala malbata Abdullah û Raziye (Îsmet) Zogûrlû ku 1. Kongreya PKK'ê lê hat lidarxistin û biryara partîbûyînê lê hat dayîn, ji PKK'ê re hat hiştin. Derket holê ku Abdullah û Raziya Zogûrlû beriya jiyana xwe ji dest bidin, dengê xwe xistine qeybê û wesyet kirine ku mal ji PKK'ê re bê hiştin û bibe muze.
Malbata Zogûrlû, malbateke ku di nava damezrandin û têkoşîna azadiyê ya PKK'ê de, bi awayekî aktîf cih girtiye û bi vê taybetmendiya xwe re tê naskirin. Abdullah û Raziye Zogûrlû yên 5 keç û 5 kurên wan hebûn, 4 zarokên xwe li nava refên PKK'ê ji dest dan. Der barê wesyeta malbata Zogûrlû de, Mekiye (Zogûrlû (Tolan) a 51 salî, ku hevserê wê di têkoşîna li nava refên PKK'ê de jiyana xwe ji dest da, ji ANF'ê re axivî.
'ME JI WAN RE XWARIN ÇÊDIKIR'
Zogûrlû diyar kir ku dema li mala wan PKK hat îlankirin ew 15-16 salî bû û beriya 15 rojan zewicî bû. Zogûrlû anî ziman ku bavê wê jê re gotiye, biçe bang li kekê xwe Ferzende Zogûrlû bike û jê re bêje mêvan hatiye, bila were. Zogûrlû ragihand ku wê bang li kekê xwe kiriye û kekê wê li bendê bû hevalên kekê wan Seyfettîn wê piştre li nava refên PK'ê jiyana xwe ji dest da, hatine lê belê dema gihaştiye malê komele qelebalix dîtiye.
Zogûrlû da xuyakirin ku wan hefteyekê mêvan vehewandine û got, "Me xwarin ji wan re çêdikir. Alîkarî didan wan. Di roja 2., 3. de min dît ku yek derket derve. Çû heta ber rê û spor kir. 3-4 jî li dora wî, li qiraxa rê ew diparastin û spor dikirin. Dûre vegeriyan û min ji kekê xwe pirsî 'ev kî ye?' 3-4 kesan ew diparastin. Min jê pirsî 'Serokê me ev e?' Kekê min got, 'Erê xwişka min ev e. Lê ji kesî re nebêje'. Min jî ji kesî re negot."
MALBATA ZOGÛRLÛ WESYETA 'MAL A PKK'Ê YE' DA
Zogûrlû anî ziman ku di dema civînê de haya wan jê tinebû ku çi dikirin, lê belê car carna ji wan kaset dixwestin û wan jî diçûn peyda dikin. Zogûrlû got, "Piştî 3-4 rojan careke din ji malê derketin û bi mînîbusekê û taksiyekê ji malê çûn. Piştî 3-4 mehan jî kekê min Seyfettîn hat. Bavê min ji kekê min Seyfettîn re got, 'Ev çi bû? Te ewqas milet ji bo çi anî û hefteyekê li malê vehewand?' Kekê min Seyfettî jî got, 'Bavo me li vê derê PKK ava kir. Me kongreya ewilî li vir pêk anî. Me li vê derê îlan kir'. Piştî demeke dirêj bavê min got, 'madem wiha ye, ez vê malê didim PKK'ê. Êdî ev mal mala PKK'ê ye'. Bi vî rengî wesyet kir. Piştre gerîlayek hatibû mala me, bavê min hingî jê re jî digot ev mal a we ye."
QEYDA DENG: EV MAL A PKK'Ê YE, BILA BIBE MUZE
Zogûrlû ragihand ku bavê wê tevî mala ku ji PKK'ê re hişt, di wesyetê de sînorê hewşê jî diyar kir. Zogûrlû diyar kir ku piştî wesyeta bavê wê, diya wê Raziye (Îsmet) jî dengê xwe xist teybê û destnîşan kir ku ew mala PKK lê hatiye damezrandin ji PKK'ê re dihêlin. Zogûrlû got, "Diya min got; 'Ev mal a PKK'ê ye. Dema Kurdistan azad bû, divê ev der bibe muze.' Ew kaseta ji dengê wê hînê heye. Daxwaza me jî azadiya Kurdistanê ye, azadiya Serok Apo ye. Em jî dixwazin mala PKK lê ava bûye bibe muze. Hêvîdarim em ê li wê malê careke din Apo ziyaret bikin."