Li hemberî Mizgefta Çar Ling sûîqest!

Minareya Mizgefta Çar Ling a Dîrokî ya li navçeya Sûr a Amedê, rastî êrîşa tîmên taybet hat.

Minareya Mizgefta Çar Ling a Dîrokî ya li navçeya Sûr a Amedê, rastî êrîşa tîmên taybet hat. Di êrîşa giran de kevirên minareya bi hezarê salan e texrîb bûn. Kesên li Taxa Hasirli dijîn xwestin tîmên taybet dest ji êrîşên li hember cihên dîrokê yên pîroz ên li Sûrê berdin.

Li hemberî êrîşa minareya Mizgefta Çar Ling Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî got: "Li hemberî Minareya Çar Ling a yek ji sembolên Amedê ye sûîqesta çekdarî.”

...