Rêveberiya Rojava: Divê Tirkiye dawî desteka xwe ya ji bo DAIŞ'ê bîne
Koordînasyona Rojava helwesta Tirkiyeyê şermezar kir û bang li hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir, ku destekê bidin Rojava.
Koordînasyona Rojava helwesta Tirkiyeyê şermezar kir û bang li hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî kir, ku destekê bidin Rojava.
Koordînasyona Giştî ya Kantonên Rojava ji dewleta Tirk xwest, ku dawî li piştgiriya xwe ya ji bo DAIŞ'ê bîne.
Kordînasyona Giştî ya Her sê Kantonên Rojava "Cizîrê, Kobanê û Efrîn" der barê kiryarên dewleta Tirkiyeyê yên li ser Rojava û piştgirtiya wê ya bi çeteyên DAIŞ’ê re de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Roj bi roj dijminatiya Tirkiyeyê ku mîrateya xwe ji nifşên Osmaniyan digire, zêde dibin. Dewleta Tirkiyeyê kiryarên xwe yên tirsandina sivîlên di nava aramiyê de zêde dike û bi van kiryaran hemû qanûn û hevpeymanên navneteweyî binpê dike. Tirkiye li dijî gelê me yê ku bi berxwedana xwe ya mirovî li tevahî cîhanê bû sembola têkoşîna li hemberî terorê, piştgiriya hêzên tarî çeteyên DAIŞ’ê dike.
Em kiryarên rejîma Tirkiyeyê şermezar dikin û bang li raya giştî ya Tirkiyeyê dikin ku zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku dest ji kiryarên xwe yên hov berde û piştgirtdayîna xwe ya bi çeteyên DAIŞ’ê re rawestîne. Em ji hêzên demokratîk, rêxistinên mafên mirovan û Neteweyên Yekbûyî dixwazin ku piştgiriya hemû gelên Rojava û hêzên ku wê diparêze bikin."