Li hember Til Eranê êrîşa bi fuzeyan: 4 kesan jiyana xwe ji dest dan
Çeteyên DAIŞ’ê 3 fuze avêtin bajarokê Til Eranê, di encamê de 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn.

Çavkaniyan ji herêma Til Eranê ji ANHA’yê re ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê ku bajarokê Til Eranê dorpêç kirine, 3 fuze avêtin bajarokê Til Eranê, di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û bi dehan jî birîndar bûn. Her wiha ziyana madî jî çêbû.
Çavkaniyan diyar kirin ku fuzeya yekemîn li Dibistana Keçikan a li bajarok ket, di encamê de 3 sivîlan jiyana xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn, fuzeya duyemîn li mala welatiyê bi navê Hesen Hemo ket, di encamê de kurê wî jiyana xwe ji dest da û gelek encamên malbatên wî birîndar bûn û fuzeyan sêyemîn jî li cihekî ku avahî lê tine ne ket.
Bajarokê Til Eranê di bin serweriya hêzên rejîmê de bû. Piştî ku hêzên rejîmê xwe ji bajarok vekişandin, niha sivîlên herêmê bi êrîşên çeteyên DAIŞ’ê re rû bi rû ne.