EWROPA
Hemû Nûçe
-
Ciwan li Parîsê ji bo azadiya Abdullah Ocalan meşiyan
Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) li banliyoyeya Evry a Parîsê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan. -
Lîderên 27 welatan bi lez dicivin
Lîderên 27 welatên Yekîtiya Ewropayê wê vê êvarê civîneke bilind li Brukselê li dar bixin û li hemberî Moskowayê "helwest" û "çalakiyên hevpar" destnîşan bike. -
Li Lozanê çalakiya standê berdewam dike
Çalakiya standa ku li Lozanê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ve hat vekirin, meha xwe ya sêyemîn li pey xwe hişt. -
Çalakiya li pêşiya Neteweyên Yekbûyî didome
Çalakiya ku Kurdistaniyan li pêşiya avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li bajarê Cenevreyê ya Swîsreyê dabûn destpêkirin, didome. -
Îngîltereyê der barê 5 bankeyên Rûs de biryara mueyîdeyê girt
Îngîltereyê, piştî Rûsyayê serbixwebûna Donetsk û Lûhanskê nas kir, der barê 5 bankeyên Rûs û 3 kesan de biryara mueyîdeyê girt. -
'Çalakiya me nîşaneya têkoşîna me ya azadiyê ye'
Koma nû ya çalakiya 'Nobeda Azadiyê' diyar kir ku çalakiya nobedê kurtasiya têkoşîna azadiyê ya Kurdan e û got, azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê misoger bibe. -
'Deng bidin qîrîna li girtîgehan'
Tevgera Ciwanên Şoreşger li Marsîlyayê ji bo girtiyên nexweş ên li girtîgehên Tirkiyeyê de têne girtin, çalakî li dar xistin. -
‘Werin em li her qadê bi Kurdî biaxivin‘
Enstîtuya Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistiyê ya Elmanyayê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê daxuyaniyeke niviskî da û got: “ Ji bo ku em bikarin zimanê xwe biparêzin, werin em li her qadê bi Kurdî biaxivin." -
Li Lîmasolê kampanyaya îmzeyan
Kampanya îmzeyan a li bajarê Lîmasolê bi hemû leza xwe berdewam dike. Ciwanan anî ziman ku wê li hemû bajarê Qibrisê vê xebatê bidin meşandin û gotin: “Îro zêdetirî 500 îmze hatine komkirin.“ -
Li Krefeldê Ûgûr Şakar hate bîranîn
Kurdistanî û dostên wan Ûgûr Şakar ê di sala 2019’an de li dijî komploya navndewletî bedena xwe da ber agir, li cihê çalakiyê hate bîranîn. -
Li St.Gallenê ‘Tifaqa Rojava’ hat damezrandin
li bajarê St.Gallenê bi meşekê dewleta Tirk a dagirker yê êrişê Mexmûr, Şengal û Rojava dike hat şermezarkirin. Di çalakiyê de “Tifaqa Rojava” hare îlankirin. -
Li Ewropayê ji ber bahozê 16 kes mirin
Li bakur rojavayê Ewropayê, hejmara mirovên ji ber bahoza Euniceyê jiyana xwe ji dest dan, gihîşt 16 kesî. Bahoz bû sedema xisareke mezin a madî. -
"Neheqî ye ku ji PKK'ê re 'terorîst' bê gotin"
Parlamentera EAG'ê Stefanie Prezioso û aktîvîst Flurin Bucher destnîşan kirin, ku bicihikrina PKK'ê li lîsteya 'terorê' biryareke şaş û neheq e û bal kişandin ser têkoşîna PKK'ê û gelê Kurd a li dijî DAÎŞ'ê. -
Li Vîllîers Le Belê meşa azadiyê ji bo Abdullah Ocalan
TCŞ’iyan bi dirûşmeya “Bi peşengtiya ciwanên Apoyî em ê komployê perçe bikin” li banliyoya Vîllîers Le Bel ê Parîsê meşek lidar xist. -
Li Baselê ji bo qetlîama Hanaûyê daxwaza edaletê hat kirin
Çalakvanan diyarkirin ku bi avêtina sûcê qetlîama Hanaûyê li ser 1 kesî nayê girtin û hat desnîşankirin ku ewê qêrîna lêgerîna edaletê ya ji bo 9 kesên hatin qetilkirin bidomînin. -
Qetlîama Hanaû di 2. Salvegera xwe de hat şermezarkirin
Li gelek bajarên Elmanyayê 9 ciwanên ku 2 sal beriya niha di êrişên nijadperest ên li Hanaûyê de jiyana xwe ji dest danî hatin bîranîn; banga têkoşîna rêxistinî li dijî nijadperestî û faşîzmê hat kirin. -
Li Freîbûrgê ji bo PKK’ê kampanyaya îmzeyan
Li Freîbûrgê bi danîna standa îmzeyan hat xwestin ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin. -
Li Zurîhê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin
Endamên Komîteya Rojava bi piştgiriya rêxistinên ciwanên şoreşger li Zurîhê li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî li dar xistin. -
‘Em ê li her derê bibin dengê girtiyên nexweş‘
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê, ji bo balê bikişînin li ser zextên dewletê yên li girtîgehên Tirkiyeyê yên li ser girtiyên siyasî bi taybet girtiyên nexweş, çalakiyek hate lidarxistin. -
Êrîşên dewleta Tirk li Freîbûrgê hatin protestokirin
Êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd li Freîbûrgê bi çalakiyekê hate protestokirin. -
Swîsre: Divê Tirkiye li gorî hiqûqê tevbigere
Hikûmeta Swîsreyê bersiv da pêşnûmepirsên parlementera EAG‘ê ya koalîsyona çep a radîkal Stefanie Prezioso û ji Tirkiyeyê xwest ku li gorî hiqûqê tevbigere. -
'Em nikarin qebûl bikin ku Israîl hesab nede'
Li dijî komploya navnetewî 17'ê Sibata 1999'an li ber Konsolosxaneya Israîlê ya Berlînê çalakiya protestoyî çêbûbû û 4 Kurd hatibûn qetilkirin. Ismaîl Parmaksiz ê ku di vê proestoyê de bû got ew qebûl nakin ku Israîl hesabê vê nede. -
Gelê Kurd çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Îsraîlê
Gelê Kurd li Berlînê çelenga reş danî ber Konsolosxaneya Îsraîlê. -
HDP’ê li Berlînê hin serdanên dîplomatîk kir
Heyeteke HDP’ê li Berlînê ya ku paytexta Elmanyayê ye, hinek serdanên dîplomatîk kir. -
Gel şehîdan ji bîr nake!
Gelê Kurd dema ku bi komployê hesiya, yekser berê xwe da pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê. Hêzên Elmanya û Îsraîlê bi plankirî êrişî gel kirin, çar kes qetil kirin. Hem rastî nehate eşkerekirin, hem jî dosya hate girtin.