Li Zurîhê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê hatin şermezarkirin

Endamên Komîteya Rojava bi piştgiriya rêxistinên ciwanên şoreşger li Zurîhê li dijî êrîşên dewleta Tirk çalakî li dar xistin.

Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê li dijî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker li ser Kurdistanê bi taybet Rojava, çalakiyek hate lidarxistin.

Rêxistinên ciwanên şoreşger ên Swîsreyê jî piştgirî dan çalakiya ku ji aliyê Komîteya Rojava ve hat organîzekirin. Çalakger di saet 19.00’an de li Langstrasse hatin cem hev û li vir mîtîngek li dar xistin.

Çalakgeran dan xuyakirin ku dewletên Ewropayê ji ber piştgiriyê didin dewleta Tirk, hevparê vî şerî ne.

Çalakî bi dirûşmeyên banga piştevaniya navneteweyî ya li dijî dagirkerî û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk bi dawî bû.