Li Baselê ji bo qetlîama Hanaûyê daxwaza edaletê hat kirin
Çalakvanan diyarkirin ku bi avêtina sûcê qetlîama Hanaûyê li ser 1 kesî nayê girtin û hat desnîşankirin ku ewê qêrîna lêgerîna edaletê ya ji bo 9 kesên hatin qetilkirin bidomînin.
Çalakvanan diyarkirin ku bi avêtina sûcê qetlîama Hanaûyê li ser 1 kesî nayê girtin û hat desnîşankirin ku ewê qêrîna lêgerîna edaletê ya ji bo 9 kesên hatin qetilkirin bidomînin.
Komkujiya nîjadperest a ku di 19’ê Sibata 2020’an de li bajarê Hanaû yê Elmanyayê pêk hat, di 2’yemîn salvegera xwe de li bajarê Basel ê Swîsreyê bi çalakiyekê hat protestokirin. Kesên di çalakiya ku daxwaza edaletê hat kirin de jiyana xwe ji dest dan hatin bibîranîn.
Bi sedan kes tevlê çalakiya ku ji aliyê Tora Piştevaniya Koçberan ve ku ji her kesimên rêxistinên koçberan pêk tê û saziyên şoreşger ên Swîsreyî jî piştgirî dan wê bûn.
Çalakgerên danê êvarê saet di 18:30 de li ber parlamentoya kantonê (Markplatz) hatin cem hev, navê Ferhat, Saîd Nesar, Hamza, Vîlî, Mercedes, Kaloyan, Fatîh, Sedat û Gokhan ên di Komkujiya Hanaûyê de jiyana xwe ji dest dabûn xwendin û ji wan re mûm vêxistin.
ALMANYA ÇAVÊN XWE GİRT
Di axaftinên li ser navê rêxistinên koçberan de hatin kirin de hate destnîşankirin ku dewleta Elman bi zanebûn û bi xwestek çavê xwe ji vê komkujiyê re girt.
Di daxuyaniya ku hat dayin de derbarê mijarê hat diyarkirin, “13 polîsên ku di sala 2021’an de bi hinceta rastgiriya tund û nijadperestiyê ji wezîfê hatibûn dûrxistin, li herêma ku qetlîama Hanaûyê pêk hat li ser wezîfeya xwe bûn, fikarên me yên têkildarê bê ka rehendên wê qetlîamê heta bi kû diçe rast derxist", di berdewama daxuyaniyê de bal hat kişandin ku bi avêtina barê sûcê li ser 1 kesî serê lêpirsînê hat nixumandin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ku li dijî daxwazên edaletê yên kesên ji komkujiyê rizgar bûbûn û malbatên kesên jiyana xwe ji dest dabûn kampanyaya çewisandin, heqaret û krîmînalîzekirinê hat meşandin û wiha hat gotin, "Em ê bi qîrîna dirûşmeya lêgerîna xwe ya edaletê ya ji bo hevalên me yên li Hanaûyê hatin qetilkirin bidomînin.”
GAZIYÊ PIRSÛSÊ: EM Ê LI DIJÎ FAŞÎZM Û NIJADPERESTIYÊ LÊGERÎNA EDALETÊ BIDOMÎNIN
Guneş Erzûrûmoglû ya ku ji bo ji nû ve avakirina Kobanê derket rê û ji Komkujiya Pirsûsê ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ'ê ve ji aliyê rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ve hat kirin rizgar bû, li vir axaftinek kir. Guneş got, "Em ê hem li Hanaû û hem jî li Pirsûsê li kû dibin bila bibin emê li dijî faşîzm û nîjadperestiyê lêgerîna xwe ya edaletê bidomînin."
Piştî axaftinên ku bal hat kişandin ser pêla bilindbûna faşîzm û nîjadperestiyê ya li Ewropayê ku di encama polîtîkayên şaş ên koçberiyê yên van dewletan derket holê, bi sedan kes li vir bi dirûşmeyên li dijî nîjadperestî û faşîzmê meşiyan.
Çalakî bi axaftinên bangewaziya ji bo têkoşîna hevpar a li dijî faşîzm û nîjadperestiyê li qada Dreîrosenbrûcke bi dawî bû.