Gel şehîdan ji bîr nake!

Gelê Kurd dema ku bi komployê hesiya, yekser berê xwe da pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê. Hêzên Elmanya û Îsraîlê bi plankirî êrişî gel kirin, çar kes qetil kirin. Hem rastî nehate eşkerekirin, hem jî dosya hate girtin.

Komploya navneteweyî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, di nava Kurdan de bû sedema hêrseke mezin. Ev hêrs li hemberî hêzên komploger bû.

Di 17'ê Sibata 1999'an de, mîna li gelek deveran li Berlînê jî nûnertiyên hêzên komploger bûbûn cihê xwepêşandana şermezarkirinê. Welatparêzên Kurd li pêiya Konsolosxaneya Îsraîlê ya li Berlînê komplo şermezar dikirin. Lê gule li wan hate reşandin û di encamê de welatparêzên Kurd Mûstafa Kûrt, Sema Alp, Ahmet Acar û Sînan Karakûş şehîd bûn, bi dehan welatparêz û çend polîsên Berlînê jî birîndar bûn.

Li gorî daneyên rojnameya Spiegelê, ku axaftinên polîsan ên li ser cîhaza ragihandinê kifş kir; Serkonsolosê Îsraîlê yê li Berlînê Miriam Shomrat got 'Ez şahidê komkujiyê me'. Lê Wezareta Karên Hundir a Elman girseya gel sûcdar kir û hikumeta Îsraîlê jî serkonsolos bêdeng kir, Mossad jî bi armanca 'tedawîkirinê' psîkolog şand. Hêzên komploger biryar dan ku komkujiyê binixumînin.

KAZIM ACAR: MIROVEKÎ BI COŞ BÛ

Ahmet Acar ku di komkujiyê de şehîd bû, li bajarokê Ayranê yê navçeya Bêrecûkê ya Rihayê ji dayik bû. Ji malbateke ji 9 zarokan, zarokê sêyemîn bû. Kekê wî Kazim Acar ji bo Ahmet Acar got, "Çend sal piştî ku dibistana seretayî qedand hate vê derê. Hîn gelekî ciwan bû. Em wê demê zarok bûn, lê yekî bi coş bû, ji aliyê derdorê ve dihate hezkirin, cihê hurmetê bû."

Ahmet Acar welatparêzî li Ewropayê nas kir. Diçû navenda civaka Kurd. Pirtûkên Rêberê Gelê Kurd dixwend, kovara Serxwebûnê dixwend. Her ku dixwend li ser polîtîkayên krîmînalîzasyonê yên li ser Kurdên li Ewropayê û pirsgirêkên li welêt dibû xwedî agahî.

Ahmet Acar bi hişmendiya welatparêziyê tevlî xwepêşandana şermezarkirinê ya li ber Konsolosxaneya Îsraîlê bû. Kazim Acar got, "Piştî rojekê randevûya birayê min a ji bo rûniştinê li gel polîsê biyanî hebû. Roja ku wê mafê rûniştinê werbigirta li pêşiya Konsolosxaneya Îsraîlê ji aliyê kujerê wezîfedar ê li Konsolosxaneya Îsraîlê ve hate qetilkirin. Çar kes şehîd ketin, gelek welatparêz jî birîndar bûn."

BI ZANEBÛN KUŞTIN

Kazim Acar bal kişand ser rola Îsraîlê ya di komployê de û got, "Gel ji bo şermezarkirina hêzên komploger çûbû wê derê. Diyar e ku Îsraîlê tedbîr standibû û tevî ku girseya gel qelebalix bû û çek bi kesî re tune bû, kêr jî bi kesî re tune bû li pêşiya derî gule li gel reşandin. Yanî kes neketibû nava konsolosxaneyê. Piştre çar kes li cihê bûyerê mirin. Gelek heval jî birîndar bûn. Ji ber ku bi zanebûn berdan girseya gel, ji bo kuştinê berdan. Yanî Îsraîlê ev komkujî bi plan kir. Dikarîbû gule berdan hewayê, lê yekser berda sîng, dilê mirovan û ew qetil kirin. Gelek mirov bi vî rengî hatibûn kuştin."

ELMANYAYÊ KURD FEDA KIR

Elmanyayê lêkolîna pêwîst nekir. Raporên otopsiyê jî qet eşkere nekir. Kazim Acar diyar kir ku kesekî ji pişta xwe ve derb xwaribû û got, "Bi rastî jî ji bo kuştinê lê dan. Komkujî kirin. Dixwazim balê bikişînim ser rola dewleta Elman. Hatina arkujiyê ya wê derê 45 deqeyan dewam kir. Heta ku hat ji xwe yên mirin mirin, yên birîndar jî li gorî derfetên xwe çûbûn nexweşxaneyê. Dozên ku li dadgehan ji aliyê Elmanyayê ve hatin nixumandin. Doz hate girtin. Ceza li kesî nehate birîn, mexdûriyeta malbatan nehate çareserkirin. Dewleta Elmanyayê Kurd kir qurbanê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re."

Piştî komkujiyê hate xwestin ku cenaze ji welêt re yanî ji Kurdistanê re bêne şandin. Bilêt hatin kirîn, heqê rê hate dayin, lê belê piştî rojekê Rêyên Hewayî yên Tirk ragihand ku wê cenazeyan nebe.

Kazim Acar diyar kir ku wan cenaze bi rêyên cuda gihandin welêt, lê li gund jî vê carê leşkeran pêşî li wan girtin.

Kazim Acar ragihand ku ji ber zext û zordariyê neçar man ku cenaze nîvê şevê veşêrin.

Şehadeta Ahmet Acar ji bo malbatê bû mîlat. Bû sedem ku welatparêzî bi lez li nava gund belav bibe.

KAMÎLE KÛRT: DILSOZÊ RÊBERTÎ BÛ

Yek ji welatparêzên Kurd ên li ber Konsolosxaneya Îsraîlê şehîd hate xistin Mûstafa Kûrt e. Mûstafa Kûrt dema ku hate Ewropayê yekser tevlî nava karên tevgera azadiyê bû. Serdana malbatan dikir, serdana dikandaran dikir, kovara Serxwebûnê belav dikir.

Mûstafa Kûrt destpêkê li bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê ma. Dema li wê derê bû bi Kamîle Kûrt a ku ji welêt jê hez dikir, zewicî.

Kamîle Kûrt got, "Malbata me zanî bû. Lewma bavê min bêdudilî şand gel Mûstafa. Me ji hev hez kir û bi vî rengî zewicîn. Lê belê wî jî ji Rêbertî hez dikir. Dilsozê Rêbertî bû."

Malbata Kûrt ku destpêkê li bajarê Saarbruckenê ma, du hefte beriya komployê li Berlînê bi cih bû. Mûstafa Kûrt li Berlînê karên welatparêziyê dewam kir. Kamîle Kûrt jî li komeleyê dixebite.

Piştî komployê ew tevî hevserê xwe çû ber Konsolosxaneya Îsraîlê ji bo şermezarkirinê. Di xwepêşandanê de Mûstafa Kûrt şehîd bû, Kamîle Kûrt jî birîndar bû. Kamîle Kûrt qala wê demê kir, "Di destê kesî de ne kêr, ne ço, ne jî tiştekî din hebû. Kincên wan jî nedan. Em qebûl nekirin. Tenê nasnameya wan dan. Tiştekî din nedan. Yekane daxwaza min ew bû ku kincên wî jî bidin."

'EZ Ê LI PEY DOZÊ BIM'

Kamîle Kûrt nerazîbûn nîşanî Elmanyayê da ku doz girt û got, "Ez li pey dozê me. Heta ji destê min bê ez ê dest ji dfozê bernedim."

Pismamê Ahmet Acar Mehmet Acar jî ku li şaredariya Bêrecûkê karmendek bû, ji ber mirina Ahmet Acar ji kar hate derxistin. Mehmet Acar got, "Şaredar bang li min kir. Got 'karmendiya te qediya, tu yê ji niha û pê ve biçe çopê bide hev'. Eşkere bû ku fermandarê qereqolê ferman dabû wî û gotibû, 'Tu yê vî kesî ji kar derxîne, pismamê wî li Berlînê mir'."

Mehmet Acar ragihand ku li gund di veşartina cenaze de jî pirsgirêk hate derxistin û got, "Êvarê dan veşartin, ji bo pêşî li tevlîbûna gel a li merasîmê bigirin. Tevî vê yekê jî gelek kes tevlî merasîmê bûn. Fermandarê qereqolê gef li apê min û bavê min xwar."

Mehmet Acar diyar kir ku her tim zilm li Kurdan tê kirin û got, "Em ê têkoşîna şehîdên xwe dewam bikin."