Li Lozanê çalakiya standê berdewam dike
Çalakiya standa ku li Lozanê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ve hat vekirin, meha xwe ya sêyemîn li pey xwe hişt.
Çalakiya standa ku li Lozanê bi pêşengiya rêxistinên ciwanên Kurd ve hat vekirin, meha xwe ya sêyemîn li pey xwe hişt.
Çalakiya standê ya bi pêşengiya Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) di çarçoveya kampanyaya “Werîn Cenga Azadiyê” de, her roja Çarşemê li bajarê Lozan ê Swîsreyê tê lidarxistin, kete meha çaran.
Endamên Navenda Civaka Kurd a Lozanê (CDK) di standa ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de paradîgmaya Abdullah Ocalan ji Swîsriyan re vegot.
Endamên Meclîsa Jinan a Lajînê li standê belavok belav kirin û ji bo navê PKK’ê ji lîsteya rêxistinên terorîst were derxistin îmze kom kirin.