Li Vîllîers Le Belê meşa azadiyê ji bo Abdullah Ocalan

TCŞ’iyan bi dirûşmeya “Bi peşengtiya ciwanên Apoyî em ê komployê perçe bikin” li banliyoya Vîllîers Le Bel ê Parîsê meşek lidar xist.

Çalakiyên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên li banliyo Vîllîers Le Bel a paytexta Fransa Parîsê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin.

Ciwan bi şev li taxê hatin cem hev û bi flamayên wêneyên Abdullah Ocalan û pankartên bi nivîsa "Ji Abdullah Ocalan re azadî" li kolanên navberê meşiyan. Ciwanên ku gelek caran dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Ciwan fedayiyê Apo ye" û "Ji Ocalan re azadî" berz kirin, piştî meşa bi qasî saetekê dewam kir daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin; “Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan em ê çalakiyên xwe bê navber bidomînin. Êdî ti sînorên kîn û hêrsa me nemaye. Azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan azadiya me ye. Em ê têkoşîna xwe li her derê berfireh bikin û bi çalakiyên mezintir azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan biqîrin.”