Li bajarên Stûttgart, Maînz, Koln û Ûlmê bi boneya salvegera êrişa nijadperest ya 19’ê Sibata 2020’an li Hanaûyê pêk hat ku di encamê de 9 ciwanên koçber hatin qetilkirin merasîmên bîranîn û şermezarkirinê hatin lidarxistin.
STÛTTGART
Li bajarê Stûttgart a Elmanyayê di çalakiya ku ji aliyê rêxistinên antîfaşîst ve hat lidarxistin de qetlîama Hanaû di 2. Slavegera xwe de hat şermezarkirin.
Di çalakiya ku bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên li Hanaûyê jiyana xwe ji dest danî destpêkir de ACTION, AGÎF, MLKP, Partîzan û partî, rêxistin û sendîka bi alên xwe amade bûn.
Di axaftinên hatin kirin de axaftina “Gelo ev yekemîn bû? Helbet na!” bal hat kişandin li ser qetlîamên rêxistina faşîst ya NSÛ.
Di çalakiyê de dirûşmeyên dijî faşîzmê hatin berzkirin.
Çalakî bi banga tevlêbûna bihêz a ji bo “Greva Jinê ya 8’ê Adarê” bi dawî bû.
ÛLM
Li ber dêra Munster a Ûlmê jî bi tevlêbûna rêxixtin, sazî û sendîkayên herêmî û koçber ên antîfaşîst mîtîng û meş hat lidarxistin. Gelek ciwan tevlê çalakiyê bûn.
Li wir piştî deqeyek rêzgirtinê li ser navê tevgera Ciwanên DÎDF, Ciwanên DGB, YDG û ADGB-ÛLM axaftin hatin kirin û qetlîam hat şermezarkirin û hat xwestin ku berpirsên qetlîamê werin eşkere kirin.
MAÎNZ
Qetlîama nijadperesetî ya 2 sal beriya niha li Hanaûyê pêkhat li bajarê Maînz bi tevlêbûna girseyî hat şermezarkirin.
Di çalakiyê de endamên Yekîtiya Xwendekarên Kurdistan (YXK) ve Jinên Xwendekarên Kurdistan (JXK) jî amade bûn.
KOLN
Li bajarê Koln a Elmanyayê jî bi heman armancî çalakiyek hat lidarxistin. Meşa bi pêşengiya çalakvanên Antîfa’yê pêk hatî saet 14:00’an li meydana Wîenerê destpêkir. Meşa nêzî saetekê dom kir û piştre weguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de li ser navê TCŞ, TekoJin û JXK’ê daxuyanî hatin dayin.