Li Freîbûrgê ji bo PKK’ê kampanyaya îmzeyan

Li Freîbûrgê bi danîna standa îmzeyan hat xwestin ku PKK ji ‘lîsteya terorê’ bê derxistin.

Kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya rêxistinên terorî’ hatî destpêkirin didome.

Kurdistaniyan di çarçoveya kampanyayê li bajarê Freîbûrgê standa îmzeyan danîn.

Di standa li Kartofelmarkplatz ê ya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (DKTM) ve hat danîn de gelek îmze hatin berhev kirin.

Rêveberên DKTM’ê gotin, “Bûyîna PKK’ê di ‘lîsteya rêxistinên terorî’ ji bo gelê Kurd heqaret û ne heqiyeke mezin e.”