Li Lîmasolê kampanyaya îmzeyan

Kampanya îmzeyan a li bajarê Lîmasolê bi hemû leza xwe berdewam dike. Ciwanan anî ziman ku wê li hemû bajarê Qibrisê vê xebatê bidin meşandin û gotin: “Îro zêdetirî 500 îmze hatine komkirin.“

Li parka Moloz a bajarê Lîmasol a Qibrisê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ciwanan a Şehîd Delîl Botan, bi armanca derxistina PKK’ê ji lîsteyên qedexe standa îmzeyan hate vekirin. Standa îmzeyan rastî eleqeyek mezin hat û çalakiya standê tevahiya rojê berdewam kir.

Ciwanan der barê çalakiyê de anî ziman ku em ê bi 60 hezar îmzeyan re sînordar namînin û gotin: “Em ê her roj li qadan bin û li her bajarê Qibrisê vê xebatê bimeşînin.”

Di çalakiya standê ya îro de zêdetirî 500 îmze hatin komkirin.